ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê Yûsif Xalid li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Kurdan û wiha gotin: “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne, lewma divê ji bo yekîtiya kurdî xebatê bikin û bi vê yekê hêza xwe xurtir bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokê bi navê Beyrem Elko yê ku hevalên wî di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji me çi dixwaz e? Xaka me dagirkir û hevalên me revandin. Hevalên me qetilkirin, gelo çima vê sûcdariyê li dijî me dike?” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê destnîşan kirin ku armanca dagirkeriya Tirk a ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriy têkbirina projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş e. Şêniyên bang li rêxistniên eleqedar kir ku sûcdarên komkujiyên li dijî zarok û sivîlan ceze bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Kurdistana Rojava, di nava Kurdistana parçebûyî de ji hêla erdnîgariyê ve parçeyê herî biçûk e. Ruxmê ku ji hêla erdnîgariyê ve biçûk e jî, ruhê berxwedana ku li Kurdistanê da avakarin, erdnîgariya wê derbas kir. (BI WÊNE).

- Rêze civînên Astanayê di 30‘yê Kanûna 2016’de di bin garantoriya Tirkiyê, Îran û Rûsyayê piştî agirbesta navbera rejîma Sûriyê û çeteyên ji aliyê dewleta Tirk de tên destekkirin şunde destpê kir. Lê heya niha hemû civînên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune di hesibîne bê encam mane. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê der barê yekîtiya netewî de komxebatekê bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li navenda çandê ya Aram Tîgran li dar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Keyayê eşîra Cibûran xwest ku çeteyên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê ya navdewletî û got: “Kesên bi dagirkeriya Tirkiyê re hevkar in, divê ew jî bikevin lîsteyê.’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Mesûd Mihemed got: “Nelihevkirina Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê ne ji berjewendiyên gelên Sûriyê re ye. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê  yekîtiya gel girîng e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê Kurd Şemisedîn Mele Îbrahîm got: “Di dema ku daxwazên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê tên kirin de metirsiyên li dijî gelê Kurd zêdetir dibin. “Meclisa Niştimanî ya Kurdî” jî ne xwedan biryar e û bi ejendeyên derve ve girêdayî ye. Daxwaza gel yekîtiye. Divê ENKS xwe ji ajandeyên derve dûr bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hêvîdar Ezîz ji bo xwe qebûl nakir ku di civakê de bê rol be. Li ser vê yekê hemberî êrişên çeteyên El-Nusrayê çek rakir. Hêvîdar bi şehadeta xwe bû yek ji sembolên jina azad. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Nuqteya tenduristiyê ya Rêxistina Heyva Sor a Kurd, li kampa Waşûkanî wek nuqteya tekane tê hesibandin. Rêxistinê alîkariyên tenduristiyê ji 918 haletên nexweşiyê re pêşkêş kiriye. Her wiha hewl dide nexweşxaneyek meydanî li gel tunebûna rêxistinan di nav kampê de ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA