ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê.

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyekê ji bo gaziyên şer ên QSD‘ê li Hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrazorê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şehîdekî Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya herêma Ebû Xeşeb oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Çiya Kurd Dêrik li Goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê meşekê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporê di karûbarê terorê ye Misrê de Mahir Ferxelî got: "DAIŞ hewl dide bi rêya êrîşên xwekujî ji nû ve aloziyê bi gur bike. DAIŞ‘iyên li gel QSD’ê girtî aliyê wan ê aborî hene. Lê cîhan di vê dosyayê de nabe hevkar.” (BI WÊNE).

- Parêzerên Reqayê gotin ku pêwîste dadgehek ji bo darzandina DAIŞ`ê li Kobanê bê avakirin û li ser axa ku çeteyan bi hezaran şêniyên wê şehîd kirine, hesab ji çeteyan bê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Li Girê Spî Ermenî hatin revandin, milkên wan hatin talankirin û dêrên wan hatin hilweşandin. Bi dehan Êzidî jî li ser destê Artêşa Tirk û çeteyên wê (DAIŞ û El-Nusra) hatin kuştin û gundên wan hatin şewitandin. Li Til Temirê jî 35 gundên Asûriyan hatin wêrankirin û şewitandin, bi dehan Xiristiyan hatin kuştin û 250 kes jî hatin revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê li Helebê Mihemed Derwîş got: “Rûsya ji nêzîkatiya Tirkiyê ku biryarên lihevkirinê li ser herêma bê çek pêk nayîne aciz e. Ruxmî ku Rûsya muhleta pêkanînê dirêj kiriye, lê ev yek dê bandoreke neyinî li ser peymana S400 bike. Dê têkiliyên her du welatan xirab bike. Ji xwe Amerîka jî vê yekê dixwaze û dixwaze ku peyman têk biçe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran bang li hemû aliyên Sûriyê kirin ku, bêyî şert beşdarî danûstandinên Sûrî –Sûrî bibin û gotin: “Divê çareseriya siyasî be û pêşeroja Sûriyê federal û nenavendî be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rûsya careke din ji ber sistbûna Tirkiyê di mijara Idlibê de acizbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ew û Îran dê ji qada Sûriyê derkevin. Li aliyekî din jî QSD‘ê li beramberî diyalogên bi Tirkiyê re şertê derketina ji Efrînê da pêşiya Tirkiyê. QSD’ê Moskoyê bi astengkirina danûstandinan bi Rejîmê re sûcdar dike. (BI WÊNE).

JIN

-Çalakiya piştgiriya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê ya li navçeya Ehrisê di roja 5‘emîn de bi beşdarbûna endamên Tevgera Kevana Zêrîn didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çalakiyan a bajarê Qamişlo duyemîn Mîhrîcana Çandê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Turnoveya fotbulê ya "Cejnên Biharê" ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê hatibû organîzekirinê bi lîstikekê li Stada Şiqêf bi dawî dibe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medaya Bozan li ser planên sala 2019‘an  axivî û diyar kir ku projeyên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ji bo vê salê stratejîk û domdar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişo, yên ku ji lehîyan zirar dîtine piştî rawestana baranê vegeriyan malên xwe. Şêniyên vegeriyan malên xwe sererast dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyan ji nû ve zindî dibe, şêniyên taxê rêxistina xwe saz kirin û taxa ku hatibû kavilkirin carek din ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baranek zêde barî. Her çendî baranê zirar dabin herêmê, ew qas jî feyde li çêreyê kir, bi taybet jî herêma Firatê. Ji ber wê çêrgehên pez peyda bûn û xwediyên wan hejmara pez zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA