ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rewşenbîrên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li ber navenda Çand û Hunerê didin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 15‘ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê meşekê li dar dixe, meşê li ber Dibistana Alan Mihemed a beşê rojhilatê taxê destpê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed El-Hemdan têkildarî mijara "Herêma ewle" ku dewleta Tirk dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike got: " Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, ti pêwîstî bi avakirina herêma ewle tineye ya ku Tirkiyê qal dike". El-Hemdan got, armanca Tirkiyê vê yekê berhêmên herêmê talan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî qanûnî 223 kes di nav de jin û zarokên DAIŞ`î radestî welatên wan kiriye. Ji aliyekî din ve çaranûsa 30 hezar kesên din ku di kampên rêveberiyê de ne hîna ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarekî diyar kir ku armanca sereke ya lêkirina dîwarê parçebûnê li Efrînê qirkirina nasnameya Kurdî û qutkirina Efrînê ji hemêza Sûriyê ye, her wiha got,  wê Tirkiyê ji Efrînê dest vala derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Gelek çîrokên malbatan hene ku dîrok nikare di rûpelên xwe de paşguh bike. Di navbera sînorên êş û serkeftinê de zarokên xwe bi rê kirin da ku tax û gelê xwe biparêzin. Berxwedana wan li hember tevahiya êrîşên 6 salan di hundirê taxa xwe ya biçûk de wateya gelê berxwedêr diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama binpêkirinên DAIŞ`ê de neçar dimîne ji bajarê xwe derkeve û tabloyên xwe jî bi xwe re bibe. Piştî rizgarkirinê vedigere û wek endameke çalak di Navenda Çandî ya Reqayê de kar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Herêma Efrînê bi çalakiyekê têkoşer Gurbet Aydin (Mizgîn) li kampa Serdemê bi bîr tîne, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya dayikan ji bo piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê meşekê ji ber parka Kongreya Star destpê dike, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî xebatên bêhempa yên Komîteya Aborî ya Tebqayê ji derdora salekê ve, medceneyên Ebû Qibêi li rojhilatê bajarê Tebqayê dest bi hilberînê kir. Hilberîn bi buhayên guncew di nav sûkên bajêr de tê belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên patozan ên navçeya Eyn Îsayê ji ber ku Komîteya Sedkopê dereng maye sotemenî li wan belav bike, bi gilî û gazinc in. Komîteyê sedemên pirsgirkê diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebid Elî debara malbata xwe ji karê xwe wek ajokarekî di nav bajarê Qamişloyê de peyda dike. Elî diyar dike ku ew  rojê deh caran rêya di navbera Kornîş û navenda bajêr qut dike û êdî kiriya 50 lîreyên Sûriyê tu qîmeteke wê îro nemaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA