ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Şehba û Başûrê Kurdistanê dimeşin, saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên  Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas oxir dikin, her wiha nasnameya şervana YPJ`ê Nûfe Hisên a bi nasnav Agirî Qamişlo  li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo eşkere dike, saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-`Welat cihek ji bo aşqê û jiyana tijî hêvî ye. Her bostek ji xaka welat giyana aşqê zêde dike. De bila em di welatê xwe de her qonaxek ji jiyana xwe bi tevahiya deteyên wê bijîn`…şehîd Warşîn Emîn.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid da zanîn ku cudahiyeke mezin di navbera herêmên di bin dagirkeriya Tirk û herêmên hundirê Sûriyê û kantona Girê Spî de heye ku piştî rizgarkirinê wê ji DAIŞ`ê, rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxên eşîrên Reqayê anîn ziman ku peyama Ocalan ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û bang li gelê Sûriyê kirin ku bi yekrêzî li hemberî planên dewletên derve bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Meclisa Qebîleya Cibûr û berdevkê eşîra El-Bû Umeyra li Şedadê Sewadî El-Abdullah lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê red kir û got, nakokiyên navxweyî ne bi destwerdanên derve, bi diyaloganên Sûrî- Sûrî çareser dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê şaxê Tebqayê Zemzem Ebdo cudahiya di navbera meclis û rêveberiyên jin de diyar kir. Her wiha tekez kir ku ji erkên bingehîn ên ku dikevin ser milên meclisê, birêxistinkirina jina Sûrî ji aliyê siyasî û çandî ve ye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Girê Spî têkildarî 15‘ê Hezîranê salvegera rizgarkirina kantonê gotin, roja rizgarkirinê rojbûneke nû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Bi dirûşmeya `Sûriyeyek ne navendî, pirrengî û demokratîk` Yekitiya Lîberal a Kurdistanê kongreya xwe ya 4`mîn li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê gotin herêma ewle bin çavdêriya Tirkiyê dê bibe cihê kiryarên terorîst. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Bi sponseriya Kongreya Star kongreya damezirîner a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Beylesen a navçeya Amûde li dar dikeve, saet 09:00`an. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Tenduristiyê ya El-Cezrat xebatên tenduristiyê bê pere ji 75 hezar kes ji şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê re pêşkêş dike. Ji aliyekî din ve aliyên têkildar piştgiriya saziyên tenduristiyê yên herêmê didomîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Navenda depoyên bajarokê Sefih ê girêdayî herêma Serêkaniyê 16 hezar ton ji hilberînên genim û ceh bi tevahiya cureyan wergirtin, piştî ku cotkarên herêmê hilberînên xwe çinîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Şaredariyan a kantona Qamişlo 78 alav ji komîteyên awarte yên kantonê re eyar kirin û xebatên xwe bi awayekî demkî li her du navçeyên Til Hemîs û Til Koçer rawestandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA