ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertalên zindî ya Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê yên li ser sînor li dijî gefên Tirkiyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir bal kişand ser cihên dîrokî yên li kantona Efrînê û got: "Ji ber dagirkiriya Tirkiyê deverên dîrokî yên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû mane." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî çend hewdanan û metirsiyan, karî ji Efrînê derkeve. Li ser laşê wî şûnên îşkenceyê û di bîra wî de gelek bûyerên ku dixwaze vebêje hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- “Malên Kurdan talan kirin, heta zêrên li zend û stûyê jinan jî şêlandin. Bi zorê koçber kirin, mal û milkên wan jî li çeteyan û malbatên çeteyan belav kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe amade ne li gorî rêgeza parastina rewa herêmên xwe biparêzin û destanên afsenewî mîna şehîd Zîlan, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan xêz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê YPG‘ê Cemîl Doçka ji şervanên herî navdar ê di derdorên herêmê de tê naskirin e. Cemîl cihê xwe di gelek pêngavên li dijî komên çete de girt, di nav de pêngava rizgarkirina Reqayê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi wêneyên xwe berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çavên dewleta Tirk a dagirker îfade dike da ku ji dagirkerî û cîhanê re diyar bike ku şêwekar û rewşenbîr dikare li berxwe bide û bi tabloyên xwe û sembolên welatê xwe keleheke asê ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Malbata apê Abdurihman karî cureyên nû yên çandiniyê li Herêma Cizîrê zêde bikirana ku berê tenê li herêmên navîn ên Sûriyê hebûn. Darên weke; Hinar, sêv, xox, incas, kîraz û bîyok. Apê Abdurihman ji yekemîn firoşvanên li sûkên bajarê Hesekê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA