ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Peymangeha Zanistên Perwerdeyî ya Şehîd Hesan a navçeya Tirbespiyê şahiya belavkirina bawernameyên peymangehê li hola Siyahî li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Leşkerên artêşa Tirk  a dagirker her cûre îşkence li Ehmed Silêman kirin û li ber çavên wî du keç tecawiz kirin. Lê di biryara xwe de bi îsrar bû û bi serket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Gedo got, heger dewleta Tirk dewleteke aqilane baya û berjewendiyên gelê xwe eleqedar kiriba dê nêrînên Rêber Ocalan esas girtiba. Her wiha Gedo diyar kir ku Ocalan ji bo hemû gelên herêmê nexşerêyeke demokratîk xêz kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Herêma Firatê Abdurehman Demir got: "Dewleta Tirkiyê ji bilî dagirkirinê qebûl nake. Ji ber ku li ser bingehên dîktatorî hatiye avakirin û armanca wê xewnên dewleta Osmaniyê vegerîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a bajarê Qamişlo di çarçoveya pêngavê xwe ya li dijî gefên dagirkeriya Tirk de meşekê li dar dixe, meş ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst dest pê dike û li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi dawî dibe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariyên Gel ên navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo ji sedî 95 ji planên havînê pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA