ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rewşenbîrên herêma Efrînê anîn ziman ku nêrînên Ocalan ên der barê çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn de ne li gorî berjewendiyên dewletên desthilatdar in, ji ber vê yekê tecrîda li ser wî giran kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê got: "Di civîna salane ya Rêveberiya Xweser de em gihaştin formeke yekbûyî û nexşerêyeke ji bo xebatê pêşerojê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê- Şaxê Minbicê Îmad Mûsa got: "Kilîta çareseriyê diyalogên Sûrî-Sûrî û rûniştina tevahî pêkhateyên Sûriyê li ser maseyeke diyalogan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Bû Misera Feysel El-Ehmed diyar ku tu tevahî eşîrên Ereb bi QSD'ê re û got:" Ciwanên eşîrên Ereb yek ji lingên sereke yên vê hêzê ne, QSD'ê şerê terorê kir û tevahî pêkaheteyên herêmê diparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAVDÊRÎ

- Di civîna salane ya Rêveberiya Xweser de ku yekemîn car li dar dikeve, beşdaran gotin, armanca êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya demokratîk a vê herêmê ye, lê israra şêniyên isbata hevgirtin û banga diyalogên Sûrî-Sûrî ye. Beşdaran her wiha diyar kirin ku diyalogên navxweyî tekane rêya çareserkirina aloziyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û bajarê Kobanê bi boneya salvegera damezirandina Konreya Star civîn û şahîd têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Berxwedan berdewam e heta Efrîn û herêmên dagirkirî rizgar bibin" Buroya Jinan a MSD‘ê civîna xwe ya salane ya duyemîn a piştgiriya berxwedana Efrînê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan û destekdayîna bi jinan re Şaredariya Gel a navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo amadekariyên vekirina sûkekê taybet bi kardestiyên jinan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ji bo bîranîna helbestvan Yûsif Berazî Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derhênerê fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ Ersîn Çelîk: “Li gorî me rêya herî baş a nîşandana rastiyan ji hêla sînemaya kurdî ve, ew e ku kesên ku ew rastî bi xwe dîtine, di nav wan xebatan de cihê xwe bigirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a navçeya Şedadê gelek plan danîn ber xwe, ya herî girîng dê avê ji bajarokê Siwer bidin navçeya Şedadê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya bajarokê Sirînê ji bo pêşxistina rewşa xizmeteguzarî li herêmê gelek proje pêk anîn û ji bo sala nû planên nû danîne ber xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demên dawîn de li bajarê Tebqayê û bejahiya wê nexasim di seatên êvarê de kehrebe tune ye. Rêveberên Gerînendeya Kehrebê diyar kirin, ku ji ber zexta li ser trans û toran kehrebe qut dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA