ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-YPG û YPJ'ê bi malbatên şehîdan ên Hesekê re dicivîne, civîn li hola Silko ya taxa Xişman tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penaberên iraqî yên li kampa Holê bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo vegera wan bixebite û destnîşan kir ku mafê wan e ku li warê xwe vegerin. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser ji hikumeta Iraqê xwest ku gavên cidî ji bo çareserkirina dosyaya penaberên Iraqê yên di kampê de bavêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xalid Omer diyar kir ku dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya dîktetor, Selahattîn Demîrtaş serbest ber nade. Bi vê yekê pîvan û nirxên demokratîk binpê dike. Omer bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku biryara Dadgeha Ewropayê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Agahiyên têkildarî şandina dewleta Tirk çeteyan sûr ji bo herêma Başûrê Kurdistanê fikaran çêke, ku Tirkiyê ji bo derxistina fitneyên etnîkî û mezhebî li herêmê kar dike. Li gorî çavdêran jî, ev gav di çarçoveya planên Tirkiyê yên navakirina "Wîlateyek" ji bo çeteyan û malbatên wan li sîro bakurê Iraqê û Sûriyê de pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Rojavayê Kurdistanê tevgerên PDK'ê yên li ser sînorê Rojava şeremzar kirin û bang li PDK'ê kir ku ji planên ku li dijî kurdan têne kirin vekişe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi boneya salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star, li Heleb û Til Temirê şahî tên lidarxistin û li Şehbayê daxuyanî tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev 16 sal in ku Kongreya Star ji bo pêşxistina rewşa jinan tê dikoşe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertineke balkêş di rewşa jinan de çêkir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê diyar kir ku tevlêbûna jinên Ereb ji Kongreya Star re mohra li xwe li sala 2020`an xist û piştrast kir ku têkoşîna jinan dê li ser xeta jinên Kurd Sakîne Cansiz û Leyla Guven be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya  Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ev bêdengî nîşan dike ku Rûsya pê re hevkar e û dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk veke da ku herêmê dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Aloziya Sûriyê ya ku ev 10 salin berdewam dike, bandora xwe li tevahî qadên jiyanê kir. Di encama vê aloziyê de rêjeya bêkariyê bilind bû û  gihiştiye asta yekemîn di cîhanê de. Tevî vê yekê ku planên hikumeta Şamê yên ji bo kêmkirina vê rêjeya tune ne. (BI WÊNE).

-CIWAN

-Çalakiya piştgiriya pêngava greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve li Hesekê û Qamişloyê hatiye lidarxistin, didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Kurd û Ereb diyar kir ku jiyana hevbeş û hevgirtina di navbera gelan de rêya herî serkeftinî ya têkbirina terorê û pêşxistina Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- ꞌ'Bi hevgirtin û piştgiriya ji QSD`ê re em ê dawî li dagirkeran bîninꞌ', bi van gotinan şêniyên kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku bêdengiya Rûsyayê nîşan dide ku peymanên veşartî hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Dêrazorê destnîşan kirin ku armanca êrişên suîqestê yên li dijî kesayetên eşîr û rêveberiya sivîl, têkbirina Rêveberiya Xweser û derxistina fitneyê ye. Rûsiyan gotin ku ew ê li hemberî planên ku herêmê dike hedef, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA