ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê gotin: "Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê dê berxwedan û vîna me neşikînin, heta rizgarkirina Efrînê dê berxwedan solgana me be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew e ku rê li ber belavbûna ramanê wî yê azad bigirin. Rûspiyan gotin êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komployê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Apê Îsmaîl bi gotina rêbertî ya"Girêdana bi armancê ve, jêdera hêzê ye"jînenîgariya têkoşîna xwe berdewam dike û xityarbûna xwe nake kelem. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Heleb û navçeya Dirbêsiyê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got komplo sûcek li dijî mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Berdevkê Lîwa Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb got: "Gefên dewleta Tirk ên têkildarî geşedanên li Idlibê tenê di qada çapemeniyê de dimîne, ji ber bûyerên li ser rûyê erdê diqewimin di hevpeymanên Soçî û Astanayê de hatine diyarkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên kantonên Şehba û Kobanê destnîşan kir ku dewletên komploger ji ramanê Ocalan ditirsiyan ji ber vê yekê ew dîlgirtin. Jinan gotin: "Bi yekitiya gel û partiyan komplo dê têk biçe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Koma Koral a Şano ya navenda Baqî Xido ya Kobanê amadekariyên şanoyeke bi mûzîk dike ku serpêhatiya "Memê Alan" vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Hevserokê Meclisa Navçeya Qenaya ya Kobanê Mehemed Osman plansaziya dema bê eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA