ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2021

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê şaxê Serêkaniyê diyar kir ku desthilatdarên Tirk bi sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê, qanûnên navneteweyî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê misirî Muhsên Ewedallah diyar kir ku beşdarkirina çeteyên ji Sûriyê di şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dihat pêşbînkirin û bi siyaseta dewleta Tirk re li hev tê û got armanca wê ew e ku çete bibin alternatîfeke erzan ji kuştiyên artêşa Tirk re. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, wek kiryareke terorîstî bi nav kir û bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku fişarê li dagirkeriya Tirk bikin da ku sûcên wê yên li dijî gelên herêmê bidin rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got mayîna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê xetereyeke mezin li ser gelên herêmê çêdike û bang li hêzên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan bilezînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- SZK`ê plan kiriye ku 2 berhemên nû derxe û îsal pêşkêşî qada perwerdeyê jî bike. Her wiha dê ferhengeke kurdî-kurdî jî amade bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mistefa Meşayix diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tunekirina neteweya Kurd e û got “Heke yekitiyeke neteweyî ya kurdî yan jî lêvegereke siyasî neyê avakirin, dê sûcên deweleta Tirk berdewam bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk di çarçoveya siyaseteke çewisandina gelê Kurd de hemleyên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd didomîne. Gelek siyasetmedar vê siyasetê wek rêbazeke dewleta Tirk ku dixwaze pê pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre, bi nav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên birçîkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê dimeşîne. Li gorî çavdêrên siyasî armanc ji vê yekê şikandina vîna gelên herêmê û têkbirina Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Birayê Şeilan Ilyas ku dadgeha parêzgeha Nînewayê tevî 3 ciwanên din biryara darvekirinê lê biriye, got tiştê rû dide dê tevliheviyê li Şengalê derxe. Her wiha xwest ciwanên êzidî li gorî madeya 4`an a qanûna têkoşîna li dijî terorê neyên darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li hemberî êrişên li dijî Herêmên Medyayê rexne kir û got “Dewleta Tirk bi êrişan dagirkeriyê armanc dike û gefan li hebûna Kurdan dixwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA