ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê dê çalakî werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dê kongreya xwe ya yekemîn a kantona Hesekê li xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saset 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sebrî Nebo destnîşan kir ku di 2 mehên dawî de 30 hezar kes ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker ji Girê Spî xwe li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser girtine û got: " Bêdengiya navdewletî ya li hember sûcên dagirkeran asta koçberiyê zêde dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di demekê de ku Îsraîl nuqteyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê dike hedef, Îran û hikumeta Sûriyê piştî çend rojan ji civîna "Garantorên Astanayê" peymaneke leşkerî ji bo pêşxistina pergala parastina asîmanî ya Sûriyê îmze kirin. Gelo ev peyman çi wateyê dide û nîşaneyên di vê demê de çi ne? (BI WÊNE).

- Dem dem rageşiya li bajarê Idlib ê Sûriyê dewam dike. Herî dawî hedefgirtina dewriyeya hevbeş Rûsya-Tirkiyê bû ku piştî wê û tevî dan û standinên her du aliyan jî, balafirên Rûsyayê herêm bombebaran kirin. Her du alî li ser dozên girêdayî Idlib, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbyayê, li hev nakin. Gelo geşedan ber bi ku ve diçin? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Hesekê got: "Yekitiya partiyên siyasî yên Kurdî û hevkariya bi gelên herêmê re, çareseriya tekane ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ye û dê aloziya Sûriyê bi dawî bike."

- Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa yê sînorî ji bo derbaskirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê, biryareke polîtîk e û ji bo geşkirina komên terorîst e(BI WÊNE Û DÎMEN).."

CIWAN

-Panela Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê ya bi dirûşma “Şerê gel ê şoreşger mîsogeriya jiyana azad e” li Hola Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê didome, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Buroya Jinan a MSD'ê ya li Helebê semînerekê bi navê "Jin û siyaset" li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar ên bajarê Helebê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku êrişan dagirkeran bandorê li têkoşîna jinan nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Civaka Kurd parastina kevneşopiyên xwe dike. Hem têkiliyên di navbera mirovan de xurt dike û têkiliya civakî bi jîngeha û xwezayê re xurt dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Tebqayê hewl dide mekanîzmeya perwerdeyê baş bike û pêş bixe. Di nava amadekariyên sala xwendinê ya pêş ku dê meteryalên nû ku ji aliyê desteya perwerde û fêrikinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye dayîn, were bikaranîn. Her wiha hejmara dibistanan zêde bike, dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê El-Şefa yê rojhilatê Dêrazorê, ji ber pirsgirêkên teroeyên kanalîzasyonê de bi gilî û gazinc in. Şaredariya bajarokê jî bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir ku amûrên pêwîst ji wan re pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA