ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi boneya salvegera 4'an rizgarkirina bajarê Minbicê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rizgarkirina Minbicê rê li pêşiya planên dewleta Tirk a dagirker girt ku hewl dida bi rêya wekîlên xwe DAIŞ'ê Sûriyê dagir bike. Tevahiya pêkhateyên bajêr tev li şerê rizgarkirinê bûn û bajarê xwe ji êriş û siyasetên herêmî yên kirêt xilas kirin. Her wiha pergaleke demokratîk, hevpar û pireng tevî gefên dewleta Tirk ên domdar jî ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirkiyê re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên kantona Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kirin ku helwesteke niştîmanî li hemberî sûcên dewleta Tirk nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Piştî ku bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, berxwedana jinan a li dijî fikrê paşverû destpêkir. Jinên ku derketina wan a derve qedexe bû, niha di sazî, meclisên rêveber, hevserokatiya saziyan de cih girtine. Ev 4 salin jin li hember fikrê paşverû liber xwe didin û têdikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunera şêwekariyê ji xweşiktirîn hîsa çandî ye. Şêwekar bi tabloyên ku çêdike peyamek eşkere yan jî nixûmandî dide civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Minbicê klîbek bi navê ‘Operetta Hera Police’ amade kirine ku jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê, dîroka bajar û kevneşopiya wê ya pirreng vedibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandinî  û Cotkaran li kantona Şehbayê, li gel metirsiya Koronavîrûsê li gund û navçeyên kantonê dest bi çandina mewsima payîzê kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Kampa Mehmûdlî ya li gundewarê Tebqayê dest bi amadekariyên vekirina navendeke karantînayê di kampê de dike(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA