ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Endama rêveber a Desteya Şûnwar û Muzexaneyan Esmehan Ehmed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qirkirina dîrokî li Efrînê pêk tînin û şûnwarên Keleha Nebî Hûrî û Eyn Dara yê talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Qamişlo anîn ziman ku ew li ser xaka bimirin jî ji dijminên mirovahiyê re nahêlin û banga yekitiya hêzên kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên bajarê Helebê destnîşan kirin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ewe ku jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Dûmana ji ber topên artêşa Tirk a dagirker asîmanê gundên bajarokê Zirganê tarî kiriye, şênî di metirsiyê de ne ku li ser wan komkujî bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna Henna diyar kir ku şêniyên herêma Xabûrê kiryarên DAIŞ`ê yên sala 2015`an ji bîr nakin. Henna got ew nahêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan dûbare bikine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Erdogan dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike. Rêya yekane ya ku vê projeya tevahî cîhanê tehdîd dike asteng bike, li cem Berxwedana Rûmetê cih girtine.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mewisma çînina zeytûnê li Sûriyê bi giştî û bakurê wê bi taybet destpê dike, çotkarên gundên ser sînor ên Kobanê nikarin hilberînên xwe berhev bikin û hinek din jî ji ber kêmbûna buhaya hilberînê bi gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatek ji Serêkaniyê ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker koçberî Hesekê bûye, li gel azarên koçberiyê nikarin dermanê gerek ji kurê xwe yê astengdar re peyda bike. Malbat banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din