ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi beşdarbûna 13 tîman, lîgeya futbolê ya yekitî û desteyên herêmê Efrînê li stada Babnis a kantona Şehbayê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jinan a Sûriyê, têkildarî tundiya li ser jinan, komxebatekê li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî û herêmên dîtir ên Sûriyê binpêkirinên pergal û qanûnên navneteweyî ne, her wiha êdî dewleta Tirk bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. birîndariyê Bextiyar Mudris Hisên bang li şêniyên Kobanê kir ku li beramber zêdebûna hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin, hişyar û baldar bin, her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku qedexeya derketina giştî ferz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekar û mamosteyên materyalên Rêveberiya Xweser a asta amadehî nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS'ê ya guhertina materyalên Rêveberiya Xweser bi materyalên hikumeta Şamê dan û teqez kirin ku vegera li materyalên hikumeta Şamê nasnameyê bi dawî dike û kurdan vedigerîne rewşa beriya şoreşa Rojava. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurd û endamên Komîteya Lihevanînê ya Kobanê got xîtaba dawîn a Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û sewqiyetên leşkerî yên ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê dikevin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û bang lê kir ku nekevin xefka dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Salih Muslim destnîşan kir ku ji ber hin sedemên wekî; amadenebûna navbênkaran û şandeya ENKS’ê xebatên yekitiyê bi awayekî demkî hatine rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Kurdistanê sedsala 20’emîn wek sedsala serhildan û komkujiyan derbasî dîrokê bû. Ruxmî  ku li Kurdistanê ewqas serhildan û raperîn pêk hatin, lê hîna jî di asta neteweyî de tu statû bi dest kurdan neketine, ji ber ku îxaneta navxweyî û  neteweperestiya kevneperest jî bi qasî êrişên derve, bandor kiriye. (BI WÊNE).

ROJHILATA NAVÎN

-Analîzvanê siyasî yê lîbyayî hişyar kir ku danûstandinên Tunisê yên der barê Lîbyayê de karesat û tijî metirsî ne, ji ber rê li ber hikmê Îxwan, serweriya dewleta Tirk û Qeterê vedike. Her wiha analîzvan pirsiyar kir ka çi wateya hebûna madeyekê heye lihevkirinên berê qedexe neke, ew jî îşaretê bi lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û hikumeta Sîrac de dike. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Lêkolînerê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb got, daxuyaniya Desteya Mezinên Oldarên Misliman a der barê koma Îxwan El-Mislimîn ku tevgera nedîzaynkirî û terorîst e dê bandorê yekser li alîgirên xwe yên dewleta Tirk û Qeterê bike.

- Di hefteya borî de li parêzgeha Derayê alozî û gûrbûn rû da, Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê Ermenan lihevkirinek li ser Qerebaxê pêk anîn, li aliyekî din hewldanên avakirina hikumeta Lubnanê bê nîşane ne.

CIVAK Û JIYAN

- Bi hatina zivistanê re gelek şêniyên Reqayê bi sedema bihabûna cilên nû, berê xwe didin kirîna cilên ewropî yên bikarhatî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA