​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-3-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên herêma Efrînê yên li Kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê,  bi rasthatina salvegera dagirkirina Efrînê,  artêşa Tirk a dagirker bi meşekî şermezar dikin. saet 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

-Çavdêrên rewşa herêmê diyar kirin ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya gefên xwe girêdayî rewaş Idibê, armanc dike windahiyên lihevkirina xwe bi Rûsyayê re binuxmîne. Ji aliyekî din ve Tirkiyê tevgera xwe li Yemenê zêde kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku Korona nexweşiyek cîhanî (pandemî) ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Rojnamegerê lubnanî Mihemed Saîd El-Riz got: “Erdogan, niha li ser asta navneteweyî, herêmî û hundirîn arîşeyekê dijî. Erdogan hewl dide nexşerêya Rojhilata Navîn a nû li gorî hêviyên xwe çêbike.  Lê desthilatdariya wî bi xeteriyê re rû bi rû maye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Destwerdanên derve di Sûriyê de alozî kûrtir kir û ji bo bidestxistina wê hemû alî ketine pêşbirkê. Wan aliyan hewl dan ku destwerdana xwe rewa bikin û bi rêya civînên ku nûnerên gelê Sûriyê beşdarê nedikirin, hewl dan berjewendiyên xwe pêk bînin.

JIN

-Hunera xemilandina şerpayan fêr dibe û di nav jinan de belav dike. Niha vê hunerê fêrî jinên ciwan dike. Efrîniya bi navê Silava bi rêya vê pîşeyê karî jinan di jiyanek komînal de kom bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Zirgan tevî hewldanên artêşa Tirk a dagirker ji bo rawestandina jiyanê li herêmê û şêniyên wê neçarî koçberiyê bike, karê xwe didomîne û xebatên xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kolana Sinaa(pîşeyî) ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji eniya şer a ku bi awayekî mezin ji ber şerên rû dane wêran bûye ji ber tecrubeyên ku tê de peyda dibin û bihayên guncewa, veguheriye meqseda tevahiya şêniyên Helebê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA