ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê, qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdên ku di şerên Baxozê de şehîd bûne bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcel oxir dikin saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê merasîma bîranîna Şehîd Umer Elûş li dar dixe. Her wiha Şaredariya Gel a Reqayê dê pêşengeha kulîlkan ji bo bîranîna şehîd Umer Elûş heya 3 rojan veke saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyekê dide. saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya qonaxa duyemîn a yekrêziya refa Kurdî de, serdana Meclisa Êlan a navçeya Amûdê, Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê, hiqûqnas, nivîskarên bajarê Qamişlo û Kongreya Star dike saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî ji malbatên şehîd Sincar  Til El-Iheymir û Ebdulbarî El-Mihêle yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, dixwazin saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Îro salvegera yekemîn a şehadeta Umer Elûş ê ku wek şehîdê biratiya gelan tê hesibandin e. Şehîd Umer Elûş di malbateke welatparêz û hezkiriyê azadiyê, edaletê û rizgariya fikrî de mezin bûye û ji bo xizmeta şoreş û gelê xwe xebitî. Yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û pevgihandina di navbera pêkhateyên civakî Sûrî ye.(BI WÊNE)

-Rojnamevana Amerîkî Dîpî Bikcin bi rêya deriyê Sêmalka serdana Rojava kir. Fedakarî û têkoşîna gelê Kurd bi giştî û jin bi taybet ji nêz ve nas kir û got: "Felsefeya Ocalan li gel min cesaret çêkir da ku serdana Rojava bikin û rastiya vê fikrê nas bikim." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Di çend salên dawîn ên aloziya Sûriyê de, êdî berjewendiyên hêzên ku destwerdana Sûriyê kirine, dijberî hev tên. Êdî rejîm bû girêdayî Rûsya û Îranê, muxalefet jî bû alava di destê Tirkiyê de û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe rizgar kirin û terora ku bûbû belaya serê cîhanê, têk birin. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi rasthatina salvegera 7`an a şoreşa Sûriyê destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di danûstandina Sûrî-Sûrî de pekan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Telal Mihemd diyar kir ku şoreşa Rojava wateya rastîn a şoreşa Sûriyê ye û wiha got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, divê nûnerên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî danûstandinên ji bo çareseriya Sûriyê bibin.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Li bajarokê Rimêlanê ji bo wênesazên Efrînê pêşengeh li navenda Aram Tîgran tê vekirin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê amadekariyên şanoyekê bi navê `Cenazeyek li ser peyarê` dike. Dê şano di Mihrîcana 4`emîn a Şanoyê ya Herêma Cizîrê de, ku tê payîn di dawiya meha Adarê de were oergenîzekirin, pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Nexweşiya Bisêla a ku "kurmika zeytûn" çêdibe ziyanên dide çandiniyê. Ev kurmik kulîka çandiniyê dimije û nahêle geş bibe. Ji aliyê xwe ve Gerînendeya Çandiniyê ji bo rêgirtina li ber vê nexweşiyê dixebite. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA