ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê.

-Rêveberiya Herêma Efrînê der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên li dijî Efrînêde daxuyaniyekê li kampa Berxwedan dide, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê meşekê li dar dixe, saet 13:00. Bi heman armancê ji qada Azadî ya Dêrikê meşekê ji dest pê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr Mehmûd Hişan li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Firatê ya Lêkolînan a bajarê Qamişlo encamên enkêta ku li ser rewşa siyasî li herêmê Rêveberiya Xweser amade kiribû, eşkere dike, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Ezîz Ereb bi merasîmekê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a Tirbespiyê tê bi bîranîn, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên li kantona Şehbayê diyar kirin ku berxwedana wan a li hemberî plan û komployên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berdewam e û got: " Em ji biryara rizgarkirina Efrînê paşde venagerin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li Kobanê bi pêşengtiya mamosteyên jin meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê tê lidarxistin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê konferansa xwe li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya piştgiriya bi çalakgerên greve birçîbûnê ya ji aliyê Kongreya Star ve li navçeya Ehris a Şehbayê hatiye destpêkirin bi komeke nû dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li bajarê Reqayê, bi vegera şêniyan li warê xwe re tevgera avahîsaziyê geş dibe. Aliyên têkildarî destekê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku firneya nan a bajarokê Pêndir ê girêdayî Kobanê hate vekirin, pirsgirêka kêmasiya nan li bajarok çareser bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Şehbayê hejmara mirovên ku bi nexweşiya laşmanyayê ketine gihatşiye nêzî hezarî. Endama Heyva Sor a Kurd diyar kir ku derman kêm in û daxwaza alîkariyê li rêxistinên mirovî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Karûbarê Civakî ya herêma Tebqayê ji bo tinekirina bê kariyê û kêmkirina rêjeya xizaniyê di civakê de bê navber dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Tenduristiyê ya Xatûniyê, di demekê de ku rêxistinên mirovî alîkariyê pêşkêşî navendê nake bi derfetên kêm xizmeta beşeke mezin ji gundewarê rojavayê Reqayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Endamên 4 mehan ji çalakiyên qonaxa duyemîna Berxwedana Serdemê.

ANHA