ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê paneleke çandî ku ji du rûniştinan pêk tê, lidar dixe. Rûniştina yekemîn girîngiya siyasetê, rol û cûreyên wê û bandora çand û siyasetê li ser civakê, rûniştina duyemîn nêrîn û pêşniyarên beşdar  pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji malbata şehîdê Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas (Mîtan Qamişlo) û şervana YPJ‘ê Agirî Qamişlo re dixwazin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyê Erman ê li Girê Spî bi rizgarkirina kantonê ji çeteyên DAIŞ‘ê re nefesa azadiyê standin, li gel pêkhateyên din ên kantonê cihê xwe  di rêveberina herêmê de girtin û bi serbestî rê û risêmên xwe yên olî pêk tînin, piştî ku dêrên wan di dema DAIŞ‘ê de veguherî bû bargehên leşker. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê diyar kirin ku mafê yekemîn ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku çeteyên DAIŞ‘ê darizînin ji ber ku herî zêde bi destên wan azar kişandin û  fedayetî kirin ta herêmê ji wan rizgar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Heyfa Erebo destnîşan kir ku bi avabûna Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re asta têkoşîna jin hîn bilind bû û derbasî qonaxa nû bû  û got: “Çiqas em yek bin û dengê me yek bê ewqas em ê hêztir tevlî pêvajoya nû bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê destnîşan kirin ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên gel bi cih anîn û gotin, kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Girê Spî ya herêma Firatê ji paşguhkirinê veguherî navenda bi hezaran terorîstên ji gelek deverên cîhanê hatine û mîrateya şaristaniyê talan kirin û dîroka bi sedan salan a jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan derbe kirin. Xêra û bêra wê dizîn, mizgeft, dêr û keleh wêran kirin. Ev 5 sal e Girê Spî hatiye rizgarkirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de bûye modeleke jiyana hevbeş û aştiya navxweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihemed Hemdûş îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê ji bo avakirina yekîtî û lêvegereke Kurdî li hemberî siyasetên dagirkeriyê kir û anî ziman ku êrîşên Tirkiyê zindîkirina terorê armanc dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Eksem Neîsa destînşan kir ku sozên Ewropayê ji bo Rêveberiya Xweser der barê beşdarkirina rêveberiyê di prosesa siyasî ya Sûriyê mijareke xwezayî ye, nabe were paşguhkirin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Ciwanên Mala Êzidî bi hevkairya Meclisa Tenduristiyê ya Helebê semînerekê li ser zirarên bikarnîna madeyên hişbiriyê li hola Yasîn Yasîn li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA