-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Şêniyên Hesekê cenazeyê 3 şehîdên YPG'ê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk hewl dide derfetê bibîne da ku dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Pêkhateyên navçeya Til Temirê gotin:" Li hemberî komployên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên derxistina fitneyê, xurtkirina hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e." (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên gundên bakur û rojavayê Minbicê yên nêzî eniyên şer, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û gotin "Çi dibe bila bibe em dev ji axa xwe bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê got bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, wekî komployekê li dijî berxwedana şêniyên Efrînê ye û piştrast kir ku dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên gundên rojhilatê Kobanê gotin, girêdana bi axê ve û piştgiriya hêzên leşkerî rêya tekane ya serkeftinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIWAN
-Li Qamişlo û Hesekê çalakiyên ciwanan ên piştgiriya berxwedana zindanan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Li navçeyên kantona Qamişloyê çalakiyên salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Berdevka Fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed got ku tê payîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava "Na ji dagirkerî û qirkirinê re..bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" dê 17'ê Çileyê dest pê bike. Remziya bang li hemû rêxistinên jinan kir ku beşdarî pêngavê bibin û ji bo parastina destkeftiyan asta têkoşînê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Jinên Ereb ên Reqa û Dêrazorê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin "Ramanê wê ji bo jinan û tevahî gelên Rojhilata Navîn meşele ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Kargeha guvaştina garis, zuhakirina hilberînên cotkarên Reqayê ber bi dawî ve bike, miqdarê ku heta niha hatiye guvaştin gihaştiye 20 hezar tonî, her wiha hezar û 170 kart gihaştine cotkaran û wan şandina Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya li Reqayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Li kantona Hesekê cara yekemîn ku kartol (Betata) tê çandin, çavdêrê projeyê serkeftina projeyê piştrast kir û gotin ku di mewsimê bê de dê rûbera projeya xwe berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA