ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Saziyên bajarê Hesekê dest bi pêngava paqijkirina avahiyên saziyan dikin, pêngav ji navenda meclisa kantona Hesekê destpê bike, saet 08:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Salar Mîrza li goristana Şehîd Rustem Cûdî vedişêrin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê daxuyaniyekê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê dide, saet 11:15‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di ser komkujiya Helebçeyê re 32 sal derbas bûn, lê belê êş û birînên komkujiyê heta niha di dil û wijdanê gelê Kurd de zindî ne. Kesên ji komkujiyê filitîne, ji ber bandora kîmyasalê û ji ber ku hikumeta herêma Kurdistanê alîkariya wan nake, azaran dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didomin. Neçar dimîne kiriyê mala xwe bide ji bo ku tê de bijî. Rastî lêdana çeteyên Sultan Murad tê. Çeteyan li rex talankirina mala wî, malên şêniyên gund hemû talan dikin û heta mizgefta gund jî û darên zeytûnê qut dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ebdulezîz Meo diyar kir ku Desteya Tenduristiyê 7 odeyên cudakirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin wek girtekekê li hember belavbûna nexweşiya amade kirine. Her wiha bang li gel kir ku tevahiya girtekan hişyariyê yên ku aliyên têkildar girtine bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê, şêniyên bajarê Kobanê gotin: “Em dagirkirina artêşa Tirk a bajarê Efrînê red dikin.” Piştgiriya xwe bi şêniyên bajarê zeytûnan re rave kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka aloziyê ve jinên Sûriyê ji aliyê hemû aliyan ve  rastî girtin, revandin, êrişên cinsî, kuştinê, koçberî û penaberiyê hatin. Li rexma van jinên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe pêşxistin û herêm bi rêve birin. Ji ber wê yekê dijminan jin kirin hedefa xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Pisporê Amerîkayê Dr. Thoreau Redcrow got: “Sûriye mîna textê satranca cîhanî ye. Aliyên ku destwerdan dikin, ne weke pirsgirêkekê lê dinerin. Ew weke xelatek jeosiyasî lê dinerin û dixwazin bidest bixin. Fikrên Ocalan nexwerêyek demokratîk a alternatîf e. Kurd wê bibin yekemin domîneya ku hewl didin Rojhilata Navîn ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berpirsê têkiliyên doplomasî yê PYD‘ê Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyek hesas de hat û got: “Peyama Rêbertî hêzê dide projeya li herêmê". Bekir Hec Îsa banga parastina destkeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Îsal li Tirbespiyê warê çandiniyê bi awayekî ber bi çav pêş ket. Bi taybet çandina şînkahiyan. Cotkar bang dikin bi awayekî bêtir piştigirî ji wan re bê pêşkêşkirin da ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.

(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA