ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Berpirsê Komeleya Suryan Hena Somî got: “Metoda neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan daniye dê dawî li nakokî û şerê li Rojhilata Navîn bîn. Ev metod bingehê ji holê rakirina hemû rêgezên şaş e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Afir Balî bang li gelên  herêmê kir ku li dijî tecîrda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr ê li Sûriyê bang li kesên di nava komên çeteyên Tirkiyê de dixebitin kir ku dest ji komên çete berdin û got: “Rejîma Tirk ciwanên Ereb bi kar tîne û bi navê "Erîbtî û îslamê" wan tevlî şer dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-104 sal di ser lihevkirina Sykes Pîcot re derbas bû. Sykes Pîcot di serê wan lihevkirinên ku Rojhilata Navîn vegerandine gola xwînê de tê.  Sykes Pîcot her roj erkê xwe winda dike û Şerê Cîhanê yê Sêyem ku niha didome û navenda wî Sûriye ye, derbasî qonaxek nû bû. Hêzên emperyalist Îsraîl, DYA û Rûsyayê civînek li Kudusê lidar xistin û heta niha naveroka wê nehatiye eşkerekirin. Pirsa ku herî zêde vê civînê derxistiye pêş ev e; Gelo Sykes Pîcot’ek nû dikeve meryetê? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo got: “Armanca aloziya li herêma Zînî Wertê parçekirin û wêrankirina herêma başûrê Kurdistanê ye. Em bang aliyên Kurdistanî dikin ku li hemberî van planan bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kurd gotin: "Pêwîste yekîtiya netewî ya Kurdî pêk were ku hemû aliyan de nav xwe de bigre û rewşenbîr roleke sereke di vî warî de bilîzin. Heta niha ragihand ji hevdîtin û civînên derbarê yekîtiya Kurdî de dûr e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka PYD‘yê ya buroya herêma Firatê Bêrîvan Hesen bang li hemû jinan kir ku ji bo serxistina însyatîfa yekîtiya kurdî kedeke zêdetir bidin û got: “Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Da ku li hemberî êrişên dagirkeran bibin bersiv.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Şadadê ji hewldana xwediyên jenartoran a zêdekirina buhayê amperan bi gazin cin. Meclisa navçeyê çareseriyek demkî danî ye ta meha Remezanê bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên gundewarê Reqayê ji bo parastina zeviyên xwe yên çandiniyê xwe bi rêxistin dikin û gelek tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Temirê stasyoneke sotemeniyê kiriye hedef, di encamê de krîza mezin a madeya benzînê çêbûye. Şênî bang dikin ku stasyoneke din were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA