ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civîna xwe ya yekemîn a piştî hilbjartinên dawî  li hola Tac a bajarê Reqayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê çalakiyeke helbestên erebî li gundê Behra Xatûniya ya Holê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gelek deverên katonên Qamişlo û Hesekê dayikên gerîlayên HPG'ê avakirina "Însyatîfa Dayikên Gerîlayan" radighînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 4 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku dewleta Tirk hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî dewleta Tirk li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê PYD`ê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku hemleya "Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re", dê bersiva hemû planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide û dê heta pêkanîna hemû armancan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê Giştî yê Lîwa Siwar Idlib ya di bin sîwana QSD'ê de têkildarî nûçeyên çapemeniya hikumeta Tirk de got, armanca ji van nûçeyan wêneya hêzên wan reş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOYSA

- Birîndarekî şerê li dijî DAIŞ`ê bang li civaka navneteweyî kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim bajarê Kobanê ku destpêka bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê li welêt bû, bikin. Her wiha destnîşan kir ku ciwanên herêmê şûna tevahî cîhanê şer kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikmet Hebîb eşkere kir ku MSD`ê di hevdîtinên dawîn ên bi rayedarên Rûs re, cidiyet û erêniyeke baş dîtiye. Hebîb destnîşan kir ku di qonaxa bê de bi encamên li ser erdê, dê ev cidiyet bê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên bajarê Qamişlo bang li hemû jinên cîhanê  û ciwanan kir ku ji pêngava ku KCK'ê ragihandiye bibin pêşeng û gotin ji bilî berxwedana ti vebijêrkên din nine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Weqfeya Newroz a çandî û civakî bûye wargeha Kurd û bi taybetî jinên li Lubnanê. Weqfe hişt ku gelê Kurd ê li Lubnanê li dor hev kom bibin û ji aliyê manewî û rêxistinî ve, bandoreke mezin li wan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYEVÎN

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Şaxê herêma Efrînê diyar kir ku sewqiyetên hikumeta Şamê yên li gundewarê Idlibê nîşaneya şerekî nû dide û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevanê Misirî Îlhamî El-Melêcî bal kişand ku hikumeta Tirkiyê bûye dijminê sereke yê gelên azadîxwaz ên herêmê û got: “Tunekirina siyaseta dagirkeriyê bi yekkirina keda hêzên demokratîk pêkan e." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

Piştî zêdeyî 10 salan ji qutbûnê, berhemên pembo û kuncî ji naveçeya Şedadê geş dibe. Sedema vê yekê peyadbûna ava depoya bendava Hesekê ya başûr e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA