​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-1-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

-Şêniyên Kantona Hesekê û Qamişlo bi du meşan banga yekrêziya refa kurdî dikin. Her wiha bang li partiyên Kurdî dikin ji bo ku di vê pêvajoya ku gelê Kurd rastî qirkirinê tê de, yekîtiya xwe ava bikin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê daxuyaniyek girêdayî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê li Kampa Serdemê dide raya giştî saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Êzidî cejna (Batizmî) kevintirîn cejinên êzidiyan pîroz dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Buroya Têkiliyên Leşkerî ya navçeya Til Hemîsê bi şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeyê re dicive da ku rewşa herêmê û rêbazên destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk re nîqaş bikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yên dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Ferzkirina tecrîdê yek ji hewldanên xitimandina rêya çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn e." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo û koçberên Serêkaniyê bang li partiyên Kurdî kirin ji bo ku yekrêziya xwe ava bikin û gotin: “Çima hûn guh nadin dengê gelê Kurd? Em ê li hember partiyên siyasî yên Kurdî bisekinin eger nebûn yek û em ê baca berbelavbûna wan bidin”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Sekretêrê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî re misoger dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, ku çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo got, ku însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Abdî, baş bû.Salih bang li gelê Kurd ku yekîtiya xwe ava bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Rojnamevanê tunisî Dr.Ebduleslam Şiqêr teqez kir ku Erdogan ji bo ku rêxistina xwe li Lîbyayê bi ser bixe bi hevalbendên xwe yên li Tunisê re dide û distîne. Şiqêr diyar kir ku piştî binketina plana Ixwan li Tunisê tenê  Lîbya li pêşiya Tirkiyê ma. Lîbya wê ji tirkan re bibe deriyek da ku derbasî Cezayir û belkî Misr jî bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)  

JIN

-Evîn Siwêd got ku Kongreya Star xwe li gorî pêngavan tevger dike û têkoşîna kongreyê ji bo yekîtiya têkoşîna jinan a di oxira azadiya cîhanê pêk ve ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a Efrînê çalakiya konvedanê yak u jib o şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin lidarxistibû, piştî sê rojan bidawî dike. Di roja dawîn de Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê tev li çalakiyê dibin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê bi boneya salvegera 15`an a damezirandina kongreyê şahiyek li qada giştî li navenda navçeyê orgenîze dike saet 11:00`an. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk li navenda Baqî Xido li bajarê Kobanê şevbuhêrkek li dar dixe saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Gerînendeya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê gelek proje pêk anîn da ku avê bigihîne şêniyan. Her wiha toreyên berê sererast bike û toreyên nû dirêj bike. Tê payîn ku di dema bê de gelek projeyên din bînin cih.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA