ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdekî sivîlê yê teqîna dawî ya li bajêr li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 10:00‘an. Şêniyên Dêrikê jî 6 şehîdan li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bazirganên Sûka Hal a bajarê Hesekê têkildarî boyoktkirina berhemên Tirkî daxuyaniyê didin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Hesekê ji bo piştgiriya QSD‘ê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk meşeke bi meşeleyan li dar dixin, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk Til Temir di bin êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Mele Reşîd Xerzan fetweyên Meclisa Îslamî ya Sûriyê şermezar kir û got, "Erdogan navê Îslamê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Kesên ku dagirkeriya Erdogan a li Sûriyê rewa dikin, ji mirovaniyê bê par in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanayên olî gotin Tirk û çeteyên wê bi navê ola îslamê komkujiyan pêk tînin. Zanyaran bang li oldaran kirin ku li dijî sûcên dagirkeriyê bixebitin . (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Feremez Şêxo li rex dayîka xwe ya 70 salî di fêrgeha dibistaneke kolana El-Siyahî de li bajarê Qamişlo rûniştiye. Carekê pê re henekan dike û carekê di ber dilê wê re tê da ku êşa koçberiyê û bêrîkirina neviyên wê yên ku di êrişan de jê qut bûye, pê bide jibîrkirin. Bi mereq li benda agahiyên girêdayî hevser û her du zarokên xwe dimîne. Lê tevahiya hewldanên wî heta niha têk çûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Herêma Efrînê bi hevkariya Komîteya Sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir. Ji ber kêmbûna miqdarê mazotê li gorî sala borî, dê her malbatek 200 lîtrî bistînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji sala 2011'an heta niha di her firsendê de di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser 3 xalan:

*Yekpariya axa Sûriyê

*Dîyaloga bi rêveberiya navendî re

*Parastina Rêveberiya Xweser anku statuya zagonî û destûrî

ANHA