ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 16-12-2019`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

-Çalakiya konvedanê ya ku li başûrê gundewarê Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk  a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar ketiye didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîda Xebat Dêrik oxir dikin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mamoste û xwendekarên Kobanê jib o şermezarkirina êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Da ku rêya birayên xwe bişopîne û parastina welat bike tevlî nava QSD`ê bû û rêgeza berxwedanê hilbijart. Di vê derbarê de bavê wî wiha dibêje: “Ji ber kurê min bû sembola berxwedanê em bi wî ser bilind in.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamosteyên navçeya El-Deşîşa ya kantona Hesekê bang li Meclisa Ewlekariya Navdewletî kirin ku çeteyên artêşa Tirk ên bi navê"Artêşa Wetenî"bixin lîsteya terorê de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Rêveberiya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Qamişlo Ehmed Silêman eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker nehişt cotkar di mewisma îsal de zeviyên xwe bi rûberên zêdetirî 200 hezar donim biçînin. Cotkarê bi nave Mihemed Hisên ji ber ku zeviyên wî li ser sînorên di navbera bakur û rojava de nikarî rûbera bi 5 hezar donim ji zeviyên xwe biçîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hunermendên bajarê Dêrikê êrîş û dengê hunermendê/a ku xizmeta gelê xwe dikin ji tivinga şervanê di  çeperên şer de ne kêmtir e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ne hovîtî, qetlîam, kuştin, destdirêjî ne jî diziya çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi sînor e. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker heya kewarê hingiv jî dizîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Nîvê sedsala 20. pê de, zanebûna Kurdan ya xweparastinê hin rêxistinkirî bi hêz li derdora rêxistinkirinên partiyan de destpêkir.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Rûspiyê êla El-Mişarde ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide xêrûberekata Sûriyê xilas bike û her tişt wêran bike. Her wiha êrişî herêmên me dike ji bo ku aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike. Eger dixwaze li Sûriyê herêma ewle ava bike bila destpêkê Lîwa Skenderon vegerîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Eşîrên ereban ên li navçeya Tilhemîsê gotin, QSD`ê ji pêkhateyên herêmê ava bûye û paratina herêmê û gel dikin, li gel vê yekê gotin, ew hêjane mirov piştgiriya wan bike, lewma ew an bang li gelên herêmê kirin ku tevlî nava QSD`ê bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê semînerek bi navnîşan Tundiya li dijî jinê li navenda Yekitiya Rewşenbîran dide saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistina jin a partiyên siyasî li navçeya Tirbespiyê daxuyanî li ber Navenda Çandî û Buroya Sandîqeya Karkeran a navçeyê didin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Koodînasyona Kongreya Star şaxê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Erebo piştrast kir ku parastina jinê rê da rêxistinên jinan ku têkoşînê di  oxira  rizgariya jinan de bidin meşandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêxistinên navdewletî alîkariya koçberên li kampa Waşûkanî ankin û barê koçberan dikeve ser milê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd.Koçber bang li dewletên cîhanî kirin, ku çeteyan ji xaka wan derxînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA