ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê yên ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Şaredariya Qamişlo girêdayî binpêkirinên hikumeta AKP`ê derheqê şaredariyên Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê meşekê organize dike û daxuyanî dide saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Şêniyên  navçeyên Amûde û Girkê Legê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de û ji bo şermezarkirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin du meşên cuda organize dikin. Meşa Amûde ji qada Jina Azad û meşa Girkê Legê ji qada Şehîd Xebat destpê dikin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê sersaxçî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re dixwazin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Bi boneya serkeftina li dijî DAIŞ`ê, QSD şahiyek li hola Beylesan ya navçeya Amûdê li dar dixe sate 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Şêniyên Qamişlo cenazeyên şervanê YPG`ê Serhed Ruha li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN(

- Şêx êla El-Tirkman Esad El-Beşîr got divê şaneyên veşartî yên ku hewl didin ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihejînin werin tunekirin.(BI WÊNE Û DÎMEN(

- Dema ciwanê bi navê Mihemed Hesen ber bi dewletên Ewropayê ve koçber dibe ji hêla dewleta Tirk ve tê girtin û 4 salan di girtîgehên Tirkiyê de dimîne. Tirkiye hewl dide wî bike ajanê xwe li Rojava bi taybet li Efrînê.(BI WÊNE Û DÎMEN(

- Desteya Tenduristiyê û Hewardorê girêdayî makenîzmeya birêxistinkirina derbasbûn û derketina cureya hindek dermana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavok belav kirin. Di belavokan de desteyê cureyên hindek dermanan qedexe kirin û makenîzmeya dayîna dermanên din diyar kirin. Desteyê plansaziya xwe ji bo pêşxistina warê tenduristiyê eşkere kir.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Şêniyên kantona Efrînê komployên navdewletî û planên li ser hesabê xaka Sûriyê tênekirin red kirin û bang li rêjîma Sûriyê kirin ku helwestek diyar nîşan bidin û bersîva binpêkirinên dagirkeriya Tirk û gefên wê ji xaka Sûriyê re bide. .(BI WÊNE Û DÎMEN(

JIN

-Kongreya Star çalakiya xwe di roja 7`an de ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Kongreya Star girêdayî tehdîd û mudexeleyên dewletên derve di kar û barên Sûriyê de daxuyanî li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê dide.(BI WÊNE Û DÎMEN(

ÇAND Û HUNER

-Hunermend Rotînda anî ziman ku rihê arabesk di hunerê de li pêşiya gavên nû dibe asteng û got “Dijminên gelê Kurd bi zanebûn çanda arabesk li Kurdistanê bi pêş dixin. Divê li dijî wan, çanda kurdî ya kevnar derkeve pêş.” (BI WÊNE Û DÎMEN(

CIVAK Û JIYAN

-Bi armanca zêdekirina xebatên aborî Desteya Aborî ya kantona Kobanê yekemîn cihê xwedîkirina masiyan li ser asta herêma Firatê li Gundê Şebaniyê yê girêdayî navçeya Sirînê vekir.(BI WÊNE Û DÎMEN(

- Navenda Tenduristiyê ya Xatûniyê derman û dermankirin ji beşek mezin ji gundewarê rojayayê Reqayê peyda dike. Rêxistinên mirovî alîkariyê nadin, pêwîstiya navendê bi destekê heye.(BI WÊNE Û DÎMEN(

-Li kantona Şehbayê hejmara mirovên ku bi nexweşiya laşmanyayê ketine gihatşiye nêzî 2 hezar kesî. Endama Heyva Sor a Kurd diyar kir ku derman kêm in. Heyva Sor alîkarî ji rêxistinên mirovî xwest.(BI WÊNE Û DÎMEN(

ANHA


Mijarên Din