ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Esan li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir dikin, saet 09:00.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya însiyatîfa KNK`ê de destûra vekirina buroyan da partiyên neruxsetkirî. Lê dîsan jî partiyên behsa mijarê buroyên xwe venekirine. Ji bo naskirina sedemên vê rûdanê hindek siyasetmedar û kesên têkildar ji ajansa me re axivîn. (BI WÊNE).

- Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya şaneyên xwe yên veşartî hewl didin ewlehiya bajarê Minbicê têk bibin. Ji aliyekî xwe ve Hêzên Ewlehiya Hundirîn hewldanên xwe ji bo tunekirina wan şaneyên veşratîn didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dagirkeriya Tirk qanûnên navdewletî yên NY`î, lihevkirina Lahayî, Cinevê ya 4`an û gelek qanûnên navdewletî bi taybet biryara bi hejmara 2254 girêdayî Sûriyê binpê dike. Ji bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê diyar dibe ku wê rê daye Tirkiyê da ku wan binpêkirinan li herêmên dagirkirî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêmên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyeyê de qeyrana aborî li beramberî salên derbasbûyî girantir bûye. Ev yek di aloziya sotemaniya û tinebûna madeyên sereke di bazaran de diyar dibe. Aborîzane dibînin ku çareyên demkî yê rejîma Sûriyeyê aloziyê bi dawî nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Azad Berazî got, dîwarê ku Tirkiyê ji bo qutkirina Efrînê lêdike, demkî ye û li pêşiya vîna gelên herêmê û projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê biser nekeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê raber kir ku şer ku li bakurê rojavayê Sûriyê rû didin encama nakokiyên sê aliyên peymananê ne û li gorî lihevkirina di navbera Rejîma Sûriyê û Rûsyayê de di radeya yekemîn de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star ji bo piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê re konê çalakiyê li qada navçeya Ehdasê ya Şehbayê vedide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi projeyên ku pêşkêş dike derfetên kar ji gelek jinan re peyda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan û girtiyan ên bajarê Helebê kiryarên desthilatdariya Tirkiyê li dijî dayikên girtiyan şermezar kirin û got: "Dema ku dayikên girtiyên di grevên de li kolanên Tirkiyê têne binpêkirin dewletên qala mafên mirovan dikin li kuderê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 20:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi tecrubeyên nû re di makenîzmeya fêrkirinê de sala perwerdeyê ya 2018-2019`an a Herêma Firatê rêwîtiya mehên ji astengiyan peydakirina pirtûkan, sererastkirina dibistanên wêrankirî û amadekirina kadroya fêrkirinê di nav xwe de girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Hesekê hewl dide asta xizmetguzariyê û peydakirina derfetên sereke yên jiyanî û peydakirina ava vexwarinê pêş bixîne, ji ber vê yekê gelek projeyên girêdayî avakirina stasyonên zelalkirina avê pêk anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din