ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevserokên kampan ên Rêveberiyên Xweser û sivîl re li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçea Eyn Îsayê re dicive û mjiara rewşa koçberan tê nîqaşkirin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şandeya akademisyenên  rojavayî li avahiya Fakulteya Endizyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava, semîneran dide, saet 09:00. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê bi hevkariya şêniyan hemleyeke paqijkirinê ji xeta Şehîd Gelhat a rojhilatê taxê dest pê dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê 5 şervanên HPG‘ê yên li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir dikin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li ser banga Meclisa Gel a bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê meşek tê lidarxistin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Kobanê bang li civaka navdewletî û hemû kesên bi doza şerê terorê mijul dibin kirin ku destekê bibin Rêveberiya Xweser û dadegehek ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê li Bakurê Sûriyê were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê siyasetên Rûsyayê di Sûriyê de rexne kirin û gotin,  Rûsya bi aloziya Sûriyê bazirganiyê dike da ku li ser hesabê yekîtiya xaka Sûriyê û keda gelên wê berjewendiyên xwe pêk bîne. Her wiha bang li Rûsyayê kirin ku carek din li siyasetên xwe vegere û hewl bide dagirkeriya Tirk tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên ku beşdarî Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibûn diyar kirin lidarxistina kongreyê wê bibe wesîleya gihandina dengê jinan li civakên derve û dê derfet bibe hemû jinan ku beşdarî qadên jiyanî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Efrînî yên ku ji berê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Şehbayê dibînin, di nava bax û baxçeyan de dixebitin û pêwîstiyên xwe yên rojane bi cih tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di dosyay Sûriyê de gelek tevgerên navndewletî rû didin, propogendeya lihevkirinek nû di navbera Mosko, Washinton û Til Evîvê de ku dê aloziya Sûriyê bi dawî bike û herêmê ji nû ve xêz bike. Ji aliyekî din ve li herêmên bêçek nakokiya Rûsya û Tiriyê kurtir dike. Sûdan jî piştî nakokiya di navbera meclisa leşker û opozîsyonê derbasî pêvajoyek nixmandî bû. Her wiha nakokiya li ser mijara Kendavê di navbera Îran û DYA`yê de zêde bû li gel hişyariyên ji ber rûdanên mezin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka hatî avakirina û heta niha bê navber dixebite da ku hemû pêwîstiyên tenduristiyê dabîn bike û nexweşxane  û navendên tenduristiyê aktîv bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Girkê Legê mijara parkên giştî yên ji aliyê şaredariya Gel ve hatine paşguhkirin bala welatiyan dikşîne. Parkên giştî girtî ne û ji aliyê saziyên têkildar ve hatine paşguhkirin, di heman demê de parkên taybet ên kirê ji derveyî kontrolkirina aliyên têkildar de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hecînê ya gundewarê Dêrazorê ji bo lezdayîna vegera koçberan li bajarokê lez dide xebatên xwe û gelek proje pêk anîn. Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî li Hecînê 10 dibistan û 9 navendên perwerdeyê sererast kirin da ku 9 hezar û 200 xwendekarî pêşwazî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê beşên ji rêya navdewletî (Radko) qîr dike ku ziyan gihiştine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA