ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

POLÎTÎKA

- Nivîskar û akademisiyê Lîbyayê Cibraîl El-Ubeydî destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi mebesta pêkanîna planên xwe yên "Osmaniya duyemîn" destwerdanê di karûbarên welatên ereban dike. Cibraîl El-Ubeydî got, hikûmeta Erdogan prosesa siyasî ya Lîbyayê xirab dike. (BI WÊNE).

- Nivîskar û parêzer Sirûşt Helebçe destnîşan kir ku partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekser berpirsên êrîşên li dijî Başûr in û got: "Hêsankirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê, bi taybet herêmên di bin kontrola PDK`ê de, isbat dike ku di navbera her du aliyan de berjewendiyên partiyetî hene." (BI WÊNE).

JIN

- Rêveberiya Jin a Dêrazorê li bajarokê El-Hîsan a li gundewarê rojavayê Dêrazorê 7 komîn ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşma "Kamîra çavê rastiyê ye" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Helebê pêşengeheke wêneyên ku balê dikşîne li ser jiyana welatiyên Sûriyê ya beriya şer û piştî wê, her wiha dê belgefîlmeke li ser berxwedana taxa Şêxmeqsûdê were dayîn. Pêşengeh wê li navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo were vekirin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger li Sûriyê bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Serêkaniyê meşekê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka gerînendeya avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got: “Wê di rojên pêş de bîr û stasyonên din ji bo hemû taxên bajarê Hesekê bên aktîvkirin. Dê her du roj av bigehe hemû bajar.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re apê Cafer mêşên xwe yên hingiv nehiştin û li Şehbayê xwedîkirina wan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê daxwaz ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê kirin ku navenda tenduristiyê li navçeyê aktîv bikin. Gerînendiya Tenduristiyê ya Serêkaniyê soz da ku di demeke nêzî de dê navend were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li naveçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî hejmara haletên ku bi nexweşiya maltayê ketine di mehekê de gihaştiye 190 haletan. Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş sedema sereke ya nexweşiyê eşkere kir û bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên gundewarên rojavayê Dêrazorê gelek kampên belavbûyî ku koçberên ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de reviyane, hene. Koçberan ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê daxwaz kirin ku derfetên kar ji wan re peyda bikin û rêxistinên alîkariyê desteka wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beriya çend mehan, bi desteka rêxistina Kobanê ya xêrxwazî û geşpêdanê, rûberên berfireh ji gundên katona Kobanê bi pitatan hatin çandin. Şênî jî niha hilberînê berhev dikin. Ev cara yekemîn e ku bi rûberek mezin hilberîna pitatan li herêmê tê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA