NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şêniyên navçeya  Til Hemîsê tekez  kirin ku ew êrîşn Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Her wiha destnîşan kirin ku eger şer li wan hate ferzkirin gel dê ax, ewlehî û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên mezin ên ciwanên herêmê hatine bidestxistin biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamosteyên jin ên zimanê Kurdî yên navçeya Girkê Legê rave kirin ku ew ê li hember her êrîşekê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li berxwe bidin. Her wiha tekez kirin ku gelê herêmê yê ku di dirêjahiya salan de li berxwe daye û têkoşiyaye dê dîsa li berxwe bide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Efrîniyên kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li ser gund û navçeyên kantonê şermezar kirin û gotin, ew ê li ber xwe bidin heta rizgarkirina Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê şaxê Girê Spî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Kedîm Îbrahîm anî ziman ku Tirkiyê pirsgirêk û binkeftinên xwe yên hundirîn derdixîne derve û "Herêma ewle" ya ku qala wê dike, dikeve vê çarçoveyê de. Kedîm girîngiya tevgerkirina li gorî perspektîvên Ocalan destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Li Minbicê zêdeyî 200 deverên dîrokî hene,  tevî şert û mercên dijwar ên di ser de derbasbûn jî dikarîn li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Berpisên firina navendî ya Dêrikî sedema nebaşiya cureya nan vedigerînin cureya genim, xirabûna alavan û kardestiyên kêm.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din