ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li bajarokê Tiwêna yê bajarê Hesekê Akademiya Şehîd Riyad a Hêzên Parastina Civakî tê vekirin, saet 15:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Herêma Efrînê li navçeya Ehdasê û gundê Babnisê yên Şehbayê pêngaveke paqijkirinê dide destpêkirin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rûspiyê eşîra El-Sadat a Ereb, Husên El-Sadat îdîayên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ên ku dibêje “eşîrên herêmê piştgiriya planên Tirkiyê dikin” derewand. El-Sadat bang li serokkomarê Tirkiyê kir ku tenê navê eşîrekê bêje ku piştevaniya dagirkeriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) bang li siyasetmedar û partiyên siyasî yên Kurd kir ku têkiliya xwe bi aliyên ku li dijî doza Kurd in, qut bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê Helebê Welat Al got: “Lûtkeya sêalî ya li Enqereyê nûnertiya berdewama girêbestên di navbera aliyan de dike. Tirkiyê gelek belgeyên xwe li Sûriyê winda kirin û di lûtkeyê de aliyê lawaz e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî û nûnerê PYD‘ê li Başûrê Kurdistanê, Silêman Ereb, bang li hemû hêzên Kurd kir ku ji bo yekîtiya Kurdan bixebitin. Ereb got: “Em helwestên ENKS‘ê şermezar dikin. Helwestên ENKS’ê nakevin xizmeta gelê Kurd.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamegerê sûrî Behaa El-Ewam tekez ku  civîna sêalî ya Astanayê dê lihevkirinek kevin nû ku şertên wê li Idlibê temam nebûn nîqaş bike û wiha got: “Ji ber ku êdî nabe nakokiya di navbera wan de were paşguhkirin yan jî paşdexistin. Her lihevkirinek di navbera hersê dewletan de beyî erêkirina Washingtonê bi sernakeve, bi taybet girêdayî rojhilatê Firatê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Geşedanên ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn rû didin, bi xwe re aloziya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de jî bêhtir eşkere dikin. Pirsa herî girîng ku her kes meraq dike, ew e ku ev nakokî wê bigihîje şerekî germ an na?. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Bi sedan zarokên herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê xwe amade dikin da ku tev li Mihrîcana Sêyemîn a Hunera Zarokan bibin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Kevana Zêrîn sponseriya mihrîcanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star der barê rola jin di şoreşa Rojava de civînekê li hola kongreyan a bajarê Dêrikê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star çalakiyên pêngava "Xak û rumeta xwe biparêze, dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê têk bibe" bi serdana malbatan û nîqaşên girêdayî girîngiya rêxistina gel li gorî jiyana gelê şoreşger didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Heyva Sor a Kurd li Dêrikê xizmetên bijîşkî bê pere pêşkêşî şêniyan dike. Bi wê re jî beşa tendirustî pêş dikeve û barê dermankirinê li şêniyan sivik dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA