ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê yên li kampa Serdem a kantona Şehbayê ji bo salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê meşekê lidar dixin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê der barê êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Şengalê û şehîdxistina fermandarê YBŞ‘ê Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên din daxuyanî dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkerî, talan, dizî, koçberî, qetlîam û tecawiz û bi ser de jî demografiya herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tê guherandin. Pêkhateyên ku li navçeya Til Temirê dijîn, helwestên xwe li dijî guhertina demografiyê anîn ziman û diyar kir ku ji bo çeteyan herêm tên avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnemegerê Êzidî Sîpan Silo diyar kir ku, armancgirtina fermandarên wekî Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî û duh jî hejmareke şervanan, isbata berfirehkirina êrişên li dijî gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberê bi navê Umer Hesen got, çeteyên Tirkiyê li ser mal û milkên sivîlan bazaran bi şêniyan re dikin û bi gotinên ne rast wan dişînin herêmên dagirkirî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava du salan de zêdetirî 534 sivîl qetil kirin û zêdetirî 670 sivîl ku jê 300 zarok in, birîndar kirin. Her wiha 3 hezar û 300 sivîl revandine ku çarenûsa wan ne diyar e. Dîsa li dijî xweza û deverên dîrokî jî binpêkirin didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş li dijî êrişên dewlet Tirk a dagirker banga berxwedanê li gelên Rojhilata Navîn kir. Ekrem Mehşûş got: "Dewleta Tirk dewleteke êrişkar û dagirker e, ji bo wêrankirinê herêmê hatiye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar Biradost Mîtanî diyar kir ku rewşenbîr bangên ji bo yekîtiya Kurd destek dikin û got: “Lê mixabin hin alî hene ku berjewendiyên xwe bi yên dijmin ve girêdane û dijminatiya gelê xwe dikin. Heman alî ji yekîtiyê direvin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşek bi meşeleyan lidar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Wekî gavekê ji bo parastina çanda herêmê, Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîsê hemû pêwîst pêşkêşî  jina bi navê Şêxa Şelo ya tevnan çêdike. Şêxa ji aliyê xwe ve dê jinan fêrî çêkirina tevnan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundê Burc El-Qas yê dikeve başûrê rojhilatê Efrînê, azara binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi kedeke xweser Buroya Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê ji alîkardayîna bi koçber û kesên xizan re sendoqek alîkariyan danî danî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta dagirker ji warên xwe koçber bûne û li kampa Waşûkanî dimînin, ji ber nebûna alîkariya navnetewî di rewşên giran re derbas dibin. Koçberan gotin: “ “Artêşa Azad” milkên me talan kirin û piştî dagirkirinê me ji malên me derxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA