ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- -Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kampa Serdem bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê di seat 11:00’an de meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê li hola Azadî ya Şedadê di seat 10:00’an de merasîma bîranîna şehîdan li dar dixe(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Qebîleya Zubeyd: Hevgirtina di nava pêkhateyên de xwezayî ye û divê em piştgiriya QSD’ê bikin(Bi Wêne Û Dîmen).

JIN

-Rêveberiya Jinan a li Reqayê civîna sêyemîn a salê li dar dixe û têkildarî salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê dide, seat: 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya salvegera 16`emîn a damezrandina Kongreya Star li navçeyên kantona Qamişlo di saet 10:00’an de şahî li dar dikevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

 

- Jinên Efrînê yên êzidî bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên artêşa Tirk ên li dijî pîroziyên olî deynin û dawî li sûcên ku DAIŞ li dijî jinan pêk tînin, bîne. DAIŞ`î bi darê zorê jinan dûrî baweriya xwe dixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê soza piştgiriya ji QSD`ê re nû kir û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li herêmên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di hefteya borî de Îsraîlê derbeyên dijwar li dijî hêzên Îranê li rojhilatê Sûriyê pêk anîn, bi wê re jî berpirsekî îsraîlê da zanîn ku ev merhele ya herî xurt e ku li dijî hêzên Îranê derbe pêk hatin. Di heman demê de di raporan de li ser îhtîmala lidarketina şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de hat eşkerekirin, li aliyekî din jî tevgerên Qeterê îşaret pê nakin ku ew ê helwesta xwe ya têkiliya bi dewleta Tirk û Îranê re biguhere.(BI WÊNE)

 

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Hesekê û Qamişlo di roja pêncan de çalakiya xwe berdewam dikin û piştgiriyê didin hemleya greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyê de, her wiha êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeyê Stasyona bajarokê 47 Silêman Xelîl diyar kir ku projeya kişandina avê ya ji ava Firatê dê rojane derdora 15 hezar metrekab av ji Hesekê re dabîn bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka nan a li herêmê Cizîrê, Rêveberiya Firinan piştrast kir ku wan pêşniyarên xwediyên firinên taybet û xwestekên rêveberiyê pêşkêşî Desteya Aborî kirine û tê payîn ku biryara çareserkirina aloziyê di zûtirîn dem de were ragihandin(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din