ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Ehmed Kedro (Diyar Efrîn) yê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrisê ya Şehbayê dispêrin axê, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Dêrikê ji bo 7 şehîdan konê sersaxiyê li gundê Helîq ê girêdayî herêma Alya tê venda, seat 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 15 şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê li Hola Nadî Siyahî bi bîr tînin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê bi wesîleya salvegera 21‘èmîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê li kampa Serdemê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê helwestên xwe li dijî bêdengiya cîhanê ji hedefgirtina sivîlan re anîn ziman û got “Ev êrişên hovane berdewama Komploya Navneteweyî ne û divê êdî cîhan qîrîna Rojava bibihîze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Holê gotin: “Armanca tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û qirkirina gelên herêmê ne. Divê em bi fikir û felsefeya Ocalan re bibin yek, da ku wî ji girtîgeha dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li ser kantona Kobanê de kurê  Zerge Hec Elî,  Kanîwar revandin. Ruxmî ku 6 sal li ser wê bûyerê derbas bûn, lê çavên dayîka Kanîwar li ser rêya vegera kurê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Reqayê rolek girîng di çareserkirina pirsgirêkên jinan de dilîze. Komîteyê di sala 2019‘an de ji hezar û 904 pirsgirêkî hezar û 101 pirsgirêk çareser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan îmhakirina nasnameya Kurd û qirkirina gelê Kurd e. Jinan bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Dirbêsiyê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî civînekê li navenda çandê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê navçeya Til Hemîsê bi beşdarbûna Yekitiya Werzîşê ruxseta vekirina klubek wezîrê li navçeyê îmze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Firneya Til Temirê tevî êrişên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û bejahiya wê û gundên Til Temirê, ranewestiyaye û nan ji bo şêniyên navçeyê û koçberên ku hatine navçeyê çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçber di havîn û zivistanê de zehmetiyan dikişinin, her çiqas çadirên xwe bi cewam dipêçin jî nikarin xwe ji germê û sermê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê beşa Parastinê ya Gerînendeya Çandiniyê ya Dirbêsiyê destnîşan kir ku berfa bariye sûd da cotkaran û kurmikên di nav hilberînên wan de derdiketin tune kir. Cotkaran diyar kirin ku berfê barên wan ji bo kirîna dermanan sivîk kir bi taybet li gel buhabûna heyî. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo sererastkirina toreyên kehrebeyê li taxên bajarê Reqayê didomîne. Her wiha hewl dide bigihîne hinek taxên ku kehrebe lê tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA