ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di civîneke çapemeniyê de bîlaçoya binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di nava 2 salan de li Efrînê eşkere dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Şehbayê li ber avahiya xwe ya li navçeya Fafînê daxuyaniyekê ji bo şeremzarkirina dagirkirina Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê mûman li ser girên şehîdên komkujiya Til Rifetê vêdixin, saet 18:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ji bo pêşlîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê dest bi pêngava dezenfektekirina avahiyên sazî û komîteyên li Şehbayê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Simko Harûn ku şervanekî ji pêkhateya Ermen e, di çepêrên Eyn Îsa de hem li ber xwe dide, tola hezar salan radike û hem jî lêgerîna dîrok, zimanê xwe dike. Simko Harûn di nav lêgerînê de ji bo parastina ziman û neteweya xwe rojane 4 peyvên ermenkî fêr dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di dirêjahiya du salan de, piştî dagirkirina Efrînê binpêkirinên xwe didomînin. Talankirin, dizîn, asîmlekirin, guhertina demografiya wê heya bigihêje topbaran û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêxê êla El- Cewale Ebdulrehman El-Reşîd got: “Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrîn û fikrên ku ji tevahiya gelên herêmê re guncew in. Em bang li êl û eşîrên Ereb dikin ku rolek çalaktir bilîzin ji bo aloziyên herêmê çareser bikin û li hember dagirkeriyê liber xwe bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo gotin: “Yekîtiya Kurd wê bibe bendaveke li pêşiya dijmin ku nikaribe komkujiyan pêk bîne.” Her wiha bang li partiyên Kurd kirin ku destê xwe ji destên dijmin derxin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokê partiya "Kabul Lavan" Gantz ê ku tewseya 61 endamên Knesset Îsraîlê wergirt di derheqê Benjamin Netanyahu de yê serkêşiya partiya "Likud" dike, serkeftineke mezin bidest xist da ku ew karibe hukumeta bê pêk bîne. Gelo wê biserkeve? (BI WÊNE).

JIN

- Li navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya aboriya civakî û belavkirina rêgeza kolektîv di kar de, gelek koperatîfên jinan hatin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê ji bo xwe parastina ji vîrûsa Koronayê, bang li şêniyan kir û got: “Xwe ji vîrûsê biparêzin,  ji malên xwe destpê bikin, kom nebin, tenê di rewşên pêwîst de ji mal derkevin û zarokan di nav malê de zana bikin. Çopê li gorî dema paqijiyê cihên wê yên diyar.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd hewl dide navenda Tenduristiya Gel a navçeya Şedadê fireh bike, ji bo ku hejmarên zêde ji nexweşan pêşwazî bike û xebatên tenduristiyê peyda bike. Ji ber wê, wê hinek xebatên navendê heya mehekê taloq bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA