ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi boneya 18‘ê Gulanê Cejna Şehîdan, Meclisa Mabatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê serdana goristana Şehîdan a gundê Nebo dikin û mûman li ser gorên wan pêdixin, saet 21:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demên dawî de rêxistina terorîst "DAIŞ", êrişên xwe li Sûriye, Îraq û Misirê zêde kir. Lêkolîner û pispor dibêjin ku divê girîngiyê bidin şerê li dijî bermajiyên DAIŞ`ê û divê tevgereke navneteweyî ya hevbeş hebe. (BI WÊNE).

- Şêwirmendê Meclisa Qebîleya Cibûr a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş got: “Pêkanîna projeya neteweya demokratîk a bingeha fikrê Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya tevahiya pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku demokrasi li ser berjewendiya gelên herêmê ava dibe, ne ku li ser desthilatdaran.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê bang li rêxistinên mirovî û navnetewî kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û gotin: “Em ji ber Koronayê li ser rewşa girtiyan bi fikarin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zeviyên ku di encama gelek ked û zexmetî de hatine çandin niha dibin qurbaniya kiryarên hovane yên artêşa faşîst a Erdogan û çeteyên wî. Koçbera gundê Xirbet Beger bi navê Xatûn dema ji dûr ve li agirê ku bi zeviya wê xistine temaşe dike, got: “Ez nikarim şêwata zeviya xwe vemirînim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Loqman Ehmê anî ziman ku her rageşiyek siyasî yan leşkerî di vê pêvajoyê de di navbera hêzên Kurdî de dê bandoreke neyinî li hewldanên yekîtiya kurdî bike û got: "Hemû nakokî dikarin bi diyalogê çareser bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de aloziya di navbera Moskova û hikûmeta El-Esed de zêde bûn, li aliyekî din di jî pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de giran bû. Li Idlibê jî şer dijwar bû. Li Iraqê tevî ku hikûmeta El-Kazimî baweriya parlamantoyê girt, dîsa xwepêşandanan destpêkir. Her wiha ji ber destwerdana Tirkiyê  li Lîbyayê asta tundiyê bilindtir bû. (BI WÊNE).

JIN

- Koçbera bi navê Fatme Sîno ya ji Serêkaniyê got: “Peyama me diyar e, em dixwazin dagirker ji warê me derkevin û em vegerin warê xwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mamosteyên Zanîngeha Rojava di pergala perwerdeyê ya ji dûr ve (onlin) kedên mezin didin. Her wiha kêmasiyên di hefteya yekemîn de derketine hatin derbaskirin. Li aliyekî din li Şehbayê ji bo xwendekarên zanîngehê, navendên bi enternet û kehrbeyê hatin amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku di mewsima sala borî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehhezaran hektar zevî hatin şewitandin, aliyên têkildar ên Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina mewsima îsal rêzetedbîr girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûberek fireh a zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin. Li aliyek din jî ji ber zîpikê zirar gihişt zeviyên çandiniyê yên gundewarê navçeya Til Temirê ya Hesekê. Ev hemû bû sedema paşketina çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya baqijkirina çemê Ceqceq  bi dawî ve dike. Di qonaxa duwemîn de jî dê zabiteyên şaredariyê parastina çem bikin, da ku şênî û xwediyên dikanan -çopa xwe navêjin çem. Şaredariyê bang li şêniyan kir ku çem paqij bigirin û çopa xwe neavêjin çem. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA