ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2020`AN

-Bûyer û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di saet 11:00`an de xwepêşandanekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina tundiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jin û zarokan xwepêşandanekê li dar dixe. Saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya salvegera damizrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevger û rêxistinên ciwanan ên kantona Hesekê meşekê li dar dixe. Dê meş bi şahiyekê li taxa Til Hecer a Hesekê bi dawî bibe. Saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso piştrast kir ku pêngava ku KCK`ê daye destpêkirin, erkek ji bo parastina mafên gelê Kurd û pêkanîna azadiya wî ye. Her wiha pêwîstiya piştgiriya vê pêngavê û sekinandina li hemberî dagirkeriyê hate destnîşankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Eşîrên navçeya Dirbêsiyê gel û eşîrên herêmê hişyar kirin ku bi pey fitneyên ku Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl dide li Dêrazorê derbixe, nekevin û piştrast kirin ku armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li partiyên siyasî kirin ku berjewendiyê kesayetî deynin aliyekî da ku tecrubeya herêmên dagirkirî dubare nebe û gotin: "Tiştê li herêmê pêk hatiye, encama jihevketina mala Kurdî bû." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hiqûqnasekî Minbicê û yek ji êlên eşîrên Ereb piştrast kir ku armanca bûyerên dawîn ên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û derbkirin hevgirtina pêkhateyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA        

-Sekreterê Partiya Vîna Gel Elaa Arafat got heta niha hikumeta Şamê bi awayekî cidî û berpirsyar tev li çareseriya siyasî nebûye, çi li ser asta komîteya destûrê yan jî mijarên din. Her wiha piştrast kir ku hinek radîkal di aliyên Sûriyê yên cuda de hene çareserî ne ji berjewendiya wan e û hewl didin wê asteng bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger got: "Banga Koma Civakên Kurdistanê ya bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê di demekê de ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybetî li ser gelê Kurd zêde dibe, pêk hat. Her tiştê dikeve ser milê me em ê pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komeke hunermendên bajarê Kobanê bi rêya înternetê pêşbirkeke stranan bi rêxistin dikin û hejmareke zarokan beşdarê dibe. Pêşbirk bi armanca piştgirî û pêşxistina behreyên zarokan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 navend ji bo belavkirina cureya baş a tovên genim li cotkaran veqetandin. Her wiha dixwaze bi rêya peymanan tov bide cotkaran da ku piştgiriya wan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê got: "Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye û li gorî rastiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em û hemû eşîrên herêmê girêdayî vê fikra demokratîk in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Serkeftina werza yekê hişt ku ew projeya çandiniyê berfireh bikin, ku dikeve xizmeta şêniyên herêmê û aboriya xweser bi pêş dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA