ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Parêzer Ismet Îbrahîm piştrast kir ku Tirkiye bi siyaseta tirkirinê, guhertina demografiyê û ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkiyê li şûna pereyên Sûriyê, hewl dide herêmên Sûriyê yên daigirkirî tev li Tirkiyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê teqezî bi girîngiya yekkirina refa Kurdî kirin û piştrast kirin ku yekitî destpêka çareserkirina doza Kurd û rizgarkirina herêmên ji aliyê Tirkiyê ve dagirkirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Helbestvan Seîd Mele Yûsif parçebûna mala Kurdî wekî jehra di beden de bi nav kir û got: "Divê gelê Kurd gavên dirust ber bi pêkanîna yekitiyê ve bavêjin û vê jehrê tune bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn Evîndar Heftaro û endama Meclisa Kantona Efrînê Fikret Ebdalo bang li dewlet û rêxistinên ku banga azadiyê dikin, kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Heftenînê bisekinin û ev êrişwekî hedefkirina projeya demokratîk û qirkirina gelê Kurd bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Omer got: "Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê binpêkirinên li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine de girîng e lê têrê nake, pêwîstiya wê bi biryarên Konseya Ewlekariyê heye da ku sûcdaran van binpêkirinên û alîgirên wan dadgeh bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyê dîrokê û fikrê siyasî yê Zanîngeha Iskenderiyê Dr.Celal Zenatî got: "Divê ‘rejîma Sûriyê’ lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel di ber çav re derbas bike, ji ber ku nêrîna wî ya sînordar ji partiya xwe re hişt ku Sûriyê bibe navenda hêzên navneteweyî ku piştgiriya terorê dikin wekî Tirkiyê. Lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel yekitiya xak û gelên Sûriyê diparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku armanca ajankirina ciwanan, derxistina şerê birakujiyê di navber Kurd û Ereban de, têkbirina armaniya herêmê û bêwatekirina Rêveberiya Xweser e. Her wiha şêniyên herêmê hişyar kirin ku bi pey planên xerabkirinê nekevin û di dewreyên perwerdeyê re derbas bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Meclisa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Sara Riza got: "Hikumeta Başûr ji rêxistinbûna jinê ditirse, ji ber vê zextan lê dike û jinên ku li hemberî zihniyeta desthilatdar têdikoşin sirgûn dike." (BI WÊNE).

- Dema peyva Payîz tê gotin çanda kelandina genim ango Danûk tê bala şêniyên Rojavayê Kurdistanê. Dema genim tê kelandin tevî ku bi betiliye jî bi xwe re kêf û şahî ji mezin û zarokan re tîne, ji ber dateyên çêkirina wê tehmê jî rêjeyeke baş ji şêniyan jê hez dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hîna şêniyên gundên li qiraxa çemê Firatê ji ber siyaseta Tirkiyê ya kêmkirina rêjeya ava Firatê, azaran dikişînin. Ji ber wê yekê ava çem qirêj bûye û gelek rewşên nexweşiyê di nava şêniyan de derketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kuçe û kolanên wê bi keviran rêz bi rêz in, dora wê mişt xaniyên ji kerpîçê. Ev der sûka cihûyan e. Li bajarê Qamişloka evînê, gava tu dikevî sûka cihûyan a qedîm ‘EZRA’yê ji her alî ve bêhna hezar cure û celebên baharatî pêşwaziya te dike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA