ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Bi wesîleya Roja Cîhanê ya Zarokan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan bi hevkariya saziyên civaka sivîl daxuyaniyê dide û diyariyan li zarokên li kampa Serêkaniyê belav dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Jineolojî ya bajarê Hesekê semînerekê li ser tundiya li dijî jinan li avahiya ciwanan a taxa Nasira organize dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şehîdên QSD'ê li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanan helwestên xwe der barê xwestekên ENKS`ê anîn ziman û gotin ku ew ê li dijî her kesên hewldana rakirina fêrkirina bi zimanê dayikê dikin, bisekinin, ji ber ziman hebûna mirovan e û heke dev ji zimanê xwe berdin ew xiyanetê li keda şehîdan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelek belge derketin holê ku têkiliyên dezgeha "Parastin" ya ku berjewendiyên mala Barzanî û zilamên wê, xwediyên erkê bilind û MÎT'ê diparêzin, her wiha hevkariya di navbera îstîxbaratên "MÎT, Parastin, MOSSAD û SAVAK) de aşkere dikin. Avakirina "Pêşergeyên Roj" di çarçoveya civînên "Parastin û MÎT'' de hate pêk hat. (BI WÊNE).

HEVPEYÎVÎN

- Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da zanîn ku pirsgirêka Kurdistanê ya stratejîk yekitiya netewî ye, bi taybetî di vê pêvajoyê de hin zêdetir pêwîstiya gelê Kurdistanê bi yekitiyê heye û divê xebatên ji bo yekitiyê dewam bikin. (BI WÊNE).

RAPOR

- Piştî salek ji dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina kesên biyanî li malên wan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsayê girantir kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Remzî Şêxmûs got nakokiyên di navbera aliyên Kurd de li Başûrê Kurdistanê tenê bi rêya diyalogê dikarin çareser dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Weqfa Jinan a Azad a navçeya Girkê Legê gelek derfet li pêş jinan vekirin; mîna projeyên aborî û zanabûnê da ku jin behreyên xwe bi pêş bixin û xwe zana bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Pr. Peymangeha derûnî ya almanî Jan Ilhan Kizilhan diyar kir ku pêwîst e zimanê kurdî bê belavkirin û got: "Kesê nikare bi zimanê dayikê biaxive, nikare nasnameya xwe biparêze. Her wiha erka parastina zimanê kurdî kete berpirsiyartiya Rojavayê Kurdistanê." (BI WÊNE).

- Bi armanca parastina çanda Kurdî û ligel derfetên kêm jî bi hezkirin xebata lêkolîna ser wêje û çanda Kurdî dike. Her wiha amûrên dîrokî di muzexaneyekê biçûk de kom dike û lêkolînên xwe berfirehtir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Minbicê vekirina Kargeha Guvaştina Hinaran karê cotkarên hinaran ê firotin û guvaştina hinaran hêsan kir, di heman demê de ava hinaran ji şêniyên herêmê re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Meclisa Sivîl a Reqayê di demeke berê de xebata sererastkirina 3 pireyên ku bajêr bi gundewar ve girê dide, bi dawî kirin. Nivîsgeh niha jî xebata sererastkirinê ya 4 pireyên dîtir dike. Dê ew pire nêzî 2 mehan bi lêçûna 300 hezar dolar bi dawî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA