ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-"Çarşem rojek fadil e, Melek Fexirdîn ji eşq û dil afirandiye. Çarşem roja hesabê ye û roja ku deriyên xêrê ji rohilat heya rojava vedibin. " (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi dirûşmeya "Vejandina Çarşema Sor soza ma ya rizgarkirina Efrînê ye" Mala Êzidiyan a Helebê pîrozbahiya Çarşema Sor li Hola Efrîn a herêma Şiqêf li dar dixe, saet 11:00. Bi heman wesîleyê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê şahiyekê li kampa Serdem li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor endamên saziyên sivîl ên Serêkaniyê serdana Mala Êzidiyan dikin, saet 12:00. Her wiha Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li Hola Beylesan a navçeya Amûdê şahiyekê li dar dixe saet 10:00. Li kampa Newroz a Dêrikê jî şahiyek tê lidarxistin saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Heyva Sor a Kurd li bajarê Dêrikê konê komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê vedide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Til Hemîsê şehîdên mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê bi merasîmekê tên bîranîn, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Girê Spî û Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê bi bîr tînin, saet 11:00. Rêxistina PYD‘ê ya Serêkaniyê jî şehîd Ezîz Ereb bi civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî bi bîr tînin, saet 18:00. Şêniyên Efrînê yên di kampa Serdemê de şehîd Ezîz Ereb bi bîr tînin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Civaka Êzidî ya herêma Serêkaniyê Sersala Êzidî ango Cejna Çarşema Sor li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û banga avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dîmenên ku ajansa me bi rêya çavkaniyên taybet bi dest xistine, xuya dikin çawa artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan ên ser sînor vediguherîne bargehên leşkerî û xendekan dikolin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Fîras Qesas diyar kir ku niyetên Tirkiyê ji bo tunekirina El-Nusra nîn in û anî ziman ku bûyerên li herêmên dagirkirîrî diqewimin felaket in ku rûyê Tirkiyê yê xirab eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star çalakiya piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê ya li Şehbayê bi daxuyaniyekê bi dawî dike, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, berxwenda çalakgerên di greva birçbûnê de silav kirin. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku xwedî li Ocalan, derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî rewşa jiyanî ya ne baş lê xwarina ku bi dest dixe bi pisîkên li kolanan re parve dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji zêdetirî salekê ve hejmara koçberên kampa Eyn Îsayê di çarçoveya 13 hezar koçber de maye. Gelek sedemên ku li pêşiya vegera wan koçberan ji warên xwe re dibin bend. Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê bang li rêxistinên ku kar dikin ku girtekên pêwîst bigirin da ku koçberan teşwîqî vegerê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di encama lehiyên ku ji ber bilindbûna rêjeya ava Bendavê Başûr, rabûne hezar û 200 konên Kampa Erîşe zirar dîtine. Paşguhkirina rêxistinan belavkirina alîkariyan azarên koçberan zêde kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dema mirov di nav kolnên taxa Şêxmeqsûd a Helebê de bigire, paqijbûna kolanan û tunebûna gelaşê bala mirov dikşîne. Ev tişt bi saya karkerên paqijiyê yên ku di dirêjahiya rojê de dixebtin pêk tê.

-Desteya Aborî ya Kantona Kobanê ji bo pêşxistina sewalkariyê projeyên xwedîkirina pez li Girê Spî û gundê Xerab Eto yê girêdayî navçeya Qinê ya Kobanê destpê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA