ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê di girtîgehên Tirkiyê de daxuaniyekê li ber Mizgefta Qasimlo ya bajarê Qamişlo dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê bi boneya Roja Şehîdan fend li goristanên şehîdan tên vêxistin, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê pêngavên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de daxuyaniyekê li navçeyê Şedadê dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Ferîd bi moralekî binlind û rihekî fedayî heta nefesa dawî di eniyê pêş ên berxwedana Şêxmeqûd û Eşrefiyê de têkoşiya. Digot, "Parastina welat erka her mirovakî ye, heger ez taxa xwe biparêzin wê demê ez malbata xwe jî diparêzim." (BI WÊNE).

- Hiqûqasên bajarê Reqayê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên ku der heqê gelê Sûriyê de sûc kirin, banga avakirina dadgeheke navdewletî li civaka navdewletî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(El-Partî) ya Buroya Serêkaniyê Şewket Berazî kiryarên dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê bi "Kiryarên plankirî" bi nav kir û got, ev plan bi êrîş, guhertina demografîk destpê kir û niha jî bi lêkirina dîwarê qutkirinê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya konvendanê ya Kongreya Star a herêma Efrînê ya ji bo piştgiriya bi çalakerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja duyemîn de didome. Enamên Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê çalakiyê dewr digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Taxên El-Ekrad û El-Şueyb ên bajarê Reqayê şahidên binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê der heqê jinên Êzidî de ne yên ku çeteyan ji Şengalê revandine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha Roj a Nîskan rojan e 6 ton nîsk derdirxe, kargeh pêwîstiya herêmê pêk tîne û derdixînin herêmên din ên Sûriyê û başûrê Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînenedeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê hewl dide proje Ebû Qibêi ya çandiniyê bi rûbara 135 hiktar ji nû ve geş bike. Proje di dema dagirkirina çeteyan de ji herêmê re hetibû paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên patozan ên navçeya Til Hemîsê ji bo pêşwazîkirina mewsima çinîna ceh amadekariyên xwe dikin. Cotkarên navçeyê jî hêvî dikin ku îsal bibe sala xêrê û bereketê piştî barana ku li Herêma Cizîrê bariye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA