ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Umer ê di salên notî 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de rûniştiye got Ocalan xwedî kesayetek bi hêz e û destnîşan kir ku têgihiştina Ocalan a ji hemû geşedanên ku niha li ser qada Sûriyê û Rojava pêk tên heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sîwanek siyasî, hiqûqî, civakî û çandî ya hemû rêxistinên jinan e. Meclis, parastina destkeftiyên jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştandin û pêşxistina qanûna jinan tevî misogerkirina pêkanîna wê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji Başûr, destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku ev meclis li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nemîne û li hemû Rojhilata Navîn de yekitiyekê ava bike û got “Ev kongre ji bo yekitiya jinên li Başûrê Kurdistanê dibe mînak.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her du jinan rêgeza jiyana hevpar ji bo rûniştandina têkiliyek serkeftî di navbera olan û mezheban de ji xwe re kir bingeh. Bi hev re li kolana Muxabarat a taxa Eşrefiye li hember hovantirîn êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk li ber xwe dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha wênesaziyê ya "Xetên Windayî" ya ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya Dicle li bajarê Dêrikê pêşengeheke kevneşopî û folklorî bi rêxistin dike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi derfetên kêm û bi otobusek riziyayî  otobusa Berxwedana Serdemê çêkirin û tekez dikin ku dê bi wê otobusê vegerin Efrînê. Otobusa ku bi wêne û çanda Efrînê hatiye xemilandin cara yekemîn tev li meşekê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Depoyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê heta niha 10 hezar ton genim bi hemû cûreyên wê wergirt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Embara genim a gundê Aliya ya herêma Serêkaniyê ku ji ber hovîtiya çetayan bi salan hatibû girtin, ji nû ve dikeve xizmetê û dest bi wergirtina genim dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo gelek sewal ku zeviyên şewitî diçêriyan bi nexweşiya " Intertoxemia" an ku jehrbûna hundirîn ketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA