ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şêniyê bi navê E.L. got: "Ji ber zêdebûna tengaviyan, ez neçar mam bi malbata xwe re ji Efrînê derkevim. Di revê de min dît jinên revandî di qada bajarê Ezazê de têne firotin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Girkê Legê gotin: “Berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê wateya li Rojhilata Navîn berdewamkirina kuştin û tundiyê. Ramanên Rêber Ocalan biratiya gelan û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xist.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sandeyek ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi mebesta şopandina prosesa perwedeyê serdana dibistanên bajarê Qamişlo dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra Omeriya ya Kurdî Mihemed Reşad Hec Xelîl got, dewleta Tirk bi armanca tinekirina kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê gefên dagirkerinê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di dîroka mirovahiyê de xweparastin ji bo kes û civakan wek erkeke exlaqî ya sereke hatiye dîtin û ji bo wê jî bi şêwazên cuda hewl hatiye dayîn ku nirxên xwe li hember êrîşan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet El-Hebîb, got: “"Dewletên misogerker" bi rêya mudexeleyên xwe yên leşkerî aloziya Sûriyê kûr kirine. Komîteyên destûrî yên ku "Misogerkerên Astanayê" behsa wê dikin, komîteyên ku li gorî pîvanên wan hatine çêkirin e. Ew jî ji nûnertiya gelê Sûriyê, dûr in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li herêma Kerama ya girêdayî Reqayê, firinek a nanê sêlê ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Şêniyên herêmê eleqeyek mezin nîşanî firinê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tîma Sorgul a futbolê ya lîstikanên wê ciwanên Rojava yên li Lubnanê ne bi lîstina pêşbirkên dostane bi hejmarek tîmên werzîşê yên li Beyrûtê re gelek xelat wergirt. Tîma Sorgul ji destpêka damezirandinê hate niha ve zêdetirî 13 sernav (Leqeb) qezenc kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber gelek sedeman rûberên ku bi pembo li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne çandin îsal kêm bûne. Tevî wê jî cotkar texmîn dikin ku hilberîna îsal li gorî salên borî baş be. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser  hewl dide alîkariya cotkaran bike û girêdayî wergirtina hilberînê civîn bi kesên têkildar re li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Vekirina kargeha şikandin û qeşirandina fistiqê helebî yek ji sedemên ku lêçûn li ser cotkaran û buhaya wê di nav sûkên herêmê de kêm kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanîngeha Kobanê hefteya derbasbûyî bi zêdekirina beşê nû dest bi pêşwazîkirina daxwaznameyên tomarkirinê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 - Zarokên bajarokê Hecînê ku ji ber dagirkirina komên çete 6 salan ji mafê perwerdeyê pê par mabûn, îsal an ku piştî rizgarkirina bajarokê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê vedigerin dibistanan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a herêma Tebqayê di nava liv û tevgerê de  ye da ku beriya zivistanî xebatên xizmetguzariyê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di tekana dibistana zimanê kurdî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de asta navîn jî hate zêdekirin. Amadekarî têne kirin ku dibistan hîna firehtir bibe û asta amadehî jî zêde bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA