ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- -Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê, li kampa Berxwedanê ya Şehbayê xwepêşandenek saet di 11:00’an de li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîma bîranîna 11 şehîdan li hola Siyahî saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêwekar Hesen El-Esaf got bêdengiya hêza garantor Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, tê wateya hevkariya veşartî di navbera her du aliyan de û hêvî kir ku projeya Rêveberiya Xweser berfireh bibe û tevahî bajarê Sûriyê bigire nav xwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Qamişlo bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê saet di 11:00’an de daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Jinên Komînist a Şoreşger a Kobanê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîna dagirkirî, li Qada Jina Azad saet di 13:00’an de daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Foza Yûsif bi boneya salvegera 16`emîn a Kongreya Star anî ziman ku Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir. Foza behsa rewşa herêmên dagirkirî jî kir û got: "Divê yekser komîteyek ji aliyê NY`yê ve were avakirin û derbasî herêmên dagirkirî bibe, ji ber ku li wan herêman sûcên mezin têne kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê ya Gundewarên Dêrazorê piştgiriya xwe ji grevên li zindanên dewleta Tirk re anî ziman û piştrast kir ku girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê û Qamişlo ya ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di roja 7’an de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAKA Û JIYAN

- Ji 50 salî ve meşên hinguv li gel Abdullah Hiso hene, ew mêş ji bavê wî de, jê re man û bi navê "meşa kurdî bi nav dike. Hiso û hevjîna xwe vê mîrateyê diparêzin û sûdê jê werdigirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li kolanên bajarê Reqayê ji ber kişkên li ser peyarêyan zehmetiya çûn û hatinê heye û di vê der barê de Şaredariya Gel a bajêr diyar kir ku di nava çend rojên pêş de dê vê pirsgirêkê çareser bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî piştrast kir ku ji bo rizgarkirina xaka xwe, bi berxwedanê ve girêdayî ne û diyar kir ku tevahî dewletên cîhanê berpirsê dagirkirin û sûcên li dijî Efrînê pêk tên.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û piştrast kir ku ew lîstoka hêza gartantor Rûsyayê hate eşkerekirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA