ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Buroya Helebê ji bo salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê li ber avahiyê buroyê dide, saet 11:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Herêma Efrînê bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê li kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê ji bo salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Helebê ji bo şehîdê Berxwedana Serdemê Zehredîn Efrîn konê sersaxiyê vedide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ya dagirkirî, Şîraz Hemo êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê û dagirkirina wê wek êrişek li dijî nirxên demokrasiyê bi nav kir û got, gelê Efrînê dê berxwedana xwe heya rizgarkirina kantonê berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Mudirê Rêveberiya Perspektîva Manewî ya artêşa Lîbyayê kolonel Xalid El-Mehcûb got, çeteyên Erdogan agirbestê ji dema hatiye ragihandin ve binpê dikin, ji bo ku hevsengiya hêzên leşkerî li ser erdê biguherin. El-Mehcûb bal kişand ser ku hêzên çekdar ên Lîbya bi rêjeya ji sedî 99 ji rûbera welêt kontrol dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Nivîskar Melevan Resûl anî ziman ku nameyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine di nav xwe de gelek wateyên girîng digirin, bi taybet nameyên der barê hevgirtina gelan û duristbûna xeta Rêberiya Xweser. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Serpêhatî û çîrokên lehengiyê, 58 rojên berxwedanê ya li hember dewletek ku endamê NATO‘yê û doza girêdana bi welêt êdî bûne beşek ji jiyana şêniyên Efrînê yên ku neçar mane koçber bibin. Ji wan çîroka Dunya Elûş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Projeya Dîcle ya xwedîkirina çêlekan a li gundê Zixat ê girêdayî navçeya Dêrikê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyek tekane ye. Ev proje pêwîstiya herêmê ji şîr, mast û penîr peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ji  girtekên ku li dijî belavbûna vîrusa Korona girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şitlgeha Avesta ya Girkê Legê cureyên cuda yên şitilên darên berhemdar, daristanî û xemilandinê peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê bi armanca alîkardayîna cotkaran û rêgirtina li ber keysbaziya li bazaran dest bi belavkirina semadê kîmyawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA