ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hejmarek ji şêniyên Helebê got, çareya yekane ya bidawîkirina nakokiyên li herêma Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê pêkanîna fikrên Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus bal kişand ser armanca peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê û got: "Bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku êzidiyan bi xwe ragihandiye ji holê rabikin. A herî giring jî derxistina  civaka Êzidî ji Şengalê ye. Lewra amadekirina fermaneke nû dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Di raporên Rûsyayê de hate gotin ku ji ber nerihetiya Moskovê ji destwerdanên Tirkiyê yên li başûrê Qafkasyayê dê li Bakurê Sûriyê fişarê li Enqere bike. Li aliyekî din çavdêr diyar dikin ku lihevkirina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de nêzîkatiyeke siyasî ye, ji bo Washingtonê jî diyariya hilbijartinan e. Her wiha nakokiyên di navbera Tirkiyê û Ewropayê de zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Emîne Omer piştrast kir ku komxebatên ku MSD li dar dixe, tê de cesaret û duristbûn di pêşniyaran de heye. Emîne Omer diyar kir ku beşdaran girîngî da diyaloga sûrî-sûrî û pêşdeçûna Rêveberiya Xweser. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Destpêka Cotmehê, hikumetên (Bexda û Herêma Kurdistanê) li ser rewşa herêma Şengalê li hev kir. Komên terorîst ên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrişên qirkirinê birin ser Şengalê,  komkujî pêk hatin û bi hezaran êzidî koçber bûn. Her wiha kareseteke mirovî çêbû ku heta niha şopên xuya ne. Ev êriş piştî vekişandina hêzên pêşmerge ji herêmê pêk hat. Em dikarin bêjin ku guman li ser xalên lihevkirina dualî hene.

JIN

-Jinên Êzidî yên kantona Qamişlo diyar kir ku kesên di rewşên dijwar de ne li kêlek şêniyên Şengalê bû, niha dixwazin çarenûsa wan diyar bikin û gotin tenê gel dikare çarenûsa xwe diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên katnona Kobanê dest bi amadekariyên mewsima nû ya çandiniyê kirine. Lê buhabûna madeyên çandiniyê ji wan re dibe pirsgirêk. Gerînendetiya Çandiniyê ya Kobanê diyar kir ku dest bi belavkirina tov û semadê li cotkaran kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA