ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.-Dayikên gerîlayan têkildarî geşedanên li herêmê, daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo didin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê, semînerekê li ser jin û malbatê li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê organize dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Kantona Hesekê bi meclisa navçeya Şedadê û saziyan re dicivine. Civîn bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeya pêşxistina rewşa xizmetguzariyê tê lidarxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Til Temir û Zirganê yên li eniyên şer ranewestîn, lê tevî wê jî hêzên Rûsya hene û li hember hevalbendê xwe yê agirbestê bêdeng e. (BI WÊNE).

- Serokê Meclisa Gel a Aşûrî ya herêma Xabûr û Hesekê Îlyas Enter diyar kir, ger hêzên garantor qanûnên navneteweyî li ser erdê pêk neynin, dê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê berdewam bin û bang li aliyên ku soza parastina kêmneteweyan kir ku soz xwe pêk bînin û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Efrînê piştrast kir ku mayîna wan li kampan, berxwedaneke li dijî dagirkeriyê ye û li benda vegera kantona Efrînê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî hişyarî da ku çarenûsa bi dehan cihên dîrokî yên li kantona dagirkirî mîna Dehlîz û Til Sahlan, têne talankirin. Her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku rê nedin dagirkeran ku şaristaniya wan a kevnar talan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên kurdî banga lezkirina xebatên dan û standinên kurdî kirin, da ku girêdayî pêkanîna yekitiya neteweyî bigihêjin lihevkirinekê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Cara yekemîn e ku di dîroka gelê Kurd de zimanê kurdî bi şêweyekî fermî û akademîk li dibistan, peymangeh û zanîngehan tê perwerdekirin, her wiha di aliyên siyasî û dîplomasî de jî hat bikaranîn. Ew tevahî jî bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Şoreşê zimanê kurdî û kesayeta Kurd, tevî ku ji aliyên dewletên mêtînger ve di gelek hemleyên reşkirinê re derbas bû, ji asîmîlasyonê rizgar kir. (BI WÊNE).

- MSD'ê amadekariyên lidarxistina "Kongreya Netewî ya şêniyên Cizîrê û Firatê" dike. Kongre wê di dawiya vê mehê (Mijdar) de pêk were. Riyad Derar diyar kir ku di kongreyê de wê rewşa siyasî, leşkerî, rêveberî, perwerde û xizmetguzarîya herêmê werin nîqaşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-PDK`ê di 11`ê Cotmehê de 20 sivîl ji Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê revandibûn. Li gorî endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Eştar Leyla Arzû Ayhan, kesên revandî di girtîgeheke li Hewlêrê de bi çeteyên DAIŞ`ê re têne ragirtin. (BI WÊNE).

JIN

- Dayikên şehîdan tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan bi tundî red kir û piştrast kir ku bi rêya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gihîştine rêya azadiyê. Her wiha hikumeta AKP’ê bi rêya tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî hewl dide gelê Kurd asîmîle bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA