ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê bi boneya cejna "Êzî" mûman li goristana navçeya Ehirsê pêdixe, saet 07:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rizgar Denîz bi têkoşîn û pênûsa xwe ya azad da ser rêya heqîqetê heta gihaşt asta şehadetê. Di salvgera 3'emîn a şehadeta wî de hevreyên wê kesayet rûkeniya wî bi bîr dixin û piştrast dikin ku şehadeta wî rihê berxwedanî û têkoşînê di wan de çand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Hezar û yek navên Xweda, navê herî şêrînê her Yezda ye", bi van gotinan kurdên êzidî di baweriyên xwe yên taybet dibêjin û bi cejna Êzî, piştî 3 rojiyan di her salê de, pîroz dikin. Da ku bi wê re xebata ji bo Xweda, belavkirina xêrê li cîhanê ragihînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîran û oldaran ên li kantona Kobanê bang li gelê Rojava kir ku di vê dema hesas a ku herêm tê re derbas dibin, yekitî û hevgirtina xwe çêkin, ji ber parastina xakê ji êrişên dewleta Tirk erka her ferdekî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- PDK’ê tevgerên xwe li sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê de zêde kirin, li gel wê jî çekên giran bi rêya dergeha Fîşxabûr a bi ser dergeha Sêmalkayê ve sewqî wê sêgoşeyê dike û hejmara hêzên xwe zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya Meteryalan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hewl dide meteryalên li gorî pêşketina zanistî ku tê de nirxên resen ên gelên herêmê tên parastin, deyne. Her wiha hewl dide ku nifşekî zana û têgihîştî ku ji nijadperestî, netewperestî û ezezîtiyê dûr, biafirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan got: "Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê berdewamiya siyaseta hikumeta AKP`ê ya ku bi koçberên Efrînê dest pê kir û li Keşmîrê didome. Armanc ji van siyasetan zindîkirina mêtîngeriya Osmanî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hejmarek ji malbatên gerîlayên HPG’ê got, hêzên gerîla ji zêdetirî 40 salî ve, parastina Kurdistan û gelê wê dike û divê PDK nekeve xefka planên dijmin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner Ehmed Pelda destnîşan kir ku sedema çalakiyên li Başûrê Kurdistanê ne tenê krîza aboriyê ye, lê pergala heyî ye û got “Budçeya Başûr ji aliyê rêveberiyê ve tê veşartin û peymanên veşartî yên bi dewleta Tirk re ne tenê li ser petrolê hatine çêkirin, lê belê gelek tiştên din hene.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Desteya Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî got ku êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê zirarê digihîne gelê Kurd û xizmeta dijiminên doza kurdî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê sûcên li dijî jinan pêk tên û têkildarî van êrişan darizandin çênabe, rewabûna pêkanînê didin dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA