ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera damezirandina xwe ya duyemîn şahiyekê organize dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê li gundê El-Wehşiye ber bi nuqteyên Hêzên Rûsyayê ve dimeşin da ku redkirina her lihevkirinekê ku dihêle Tirkiyê herêmên din ji Sûriyê dagir bike rave bikin û banga derxistina Tirkiyê ji sûriyê dikin saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-365 roj ango salek têrê kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê tevî derfetên kêm gelek destkeftiyan li ser tevahiya waran bi dest bixe. Meclisê hewl da gavên girîng li ser erdê di demek kurt de bavêje. Her wiha gelek projeyên pêşerojê ji bo pêşxistina warê xizmetguzarî daniye pêşiya xwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kantona Şehbayê bêdengiya rêjîma Sûriyê li hember lîstina aliyên derve bi çaranûsa xaka Sûriyê şermezar kirin. Her wiha bang li gelê Sûriyê li her derê kirin ku bi yekrêzî li hember gefên Tirkiyê bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Şikrî Şêxanî diyar kir ku destê dewleta Tirk di tevlihevî, wêrabûn û derbeyan de di her dewletekê Erebî de heye. Ji ber ku sponserê fermî yê terrorê ye. Şêxanî destnîşan kir ku Tirkiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek dijmin ji xwe re dihesbîne ji ber ku ne li gorî plan û hewldanên wê yên dagirkerî ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Bi armanca teşwîqkirina xwendina pirtûkan û belavkirina wê çandê û geşpêdana şarezayan bi taybet di nav çîna ciwanan de, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyek ku ji hezar pirtûkan pêk tê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Hêzên Parastina Civakî yek ji bingehên pergala ewlehiyê ya Reqayê ye. Bi sedan şêniyên herêmê ji bo parastina herêmên xwe yên rizgarkirî di dirêjahiya salek û nîv de tev li hêzê bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayî 3 navendên tenduristiyê li gundewarê rojavayê bajarê Reqayê vekirin (Qehtaniye, Kidêran û Ebû Qibêi). Her sê navend rojane zêdetirî 150 nexweşan pêşwaz dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA