ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên 18‘ê Gulanê Roja Şehîdan dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şehîd Macid Elî Siwêlim re dixwaze, konê sersaxiyê li gundê Îskenderon tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayik û hevjînên şehîdan bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan gotin " Em bi şehadeta zarok û hevjînên xwe serbilind in ku bi saya wan îro li ser axeke azad û pîroz dijîn".(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Dêrazorê hewldanên derxistina tevliheviyê ku di demên dawî de li gundewarê Dêrazorê rû dan şermezar kirin û diyar kirin ku destên derve di van hewlanên têkbirîna ewlehiya herêmê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ya aloziyê li bajarê Babê ya dagirkirî diafirîne yê destpêkê ye ku ji aloziyê sûdê digire. Ebû Cuma anî ziman ku dê têkoşîna xwe dewam bikin heta hemû herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi sopnseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi durşmeyan "Vîna welatiyên zeytûnan ji terora we bi hêztir e" Sempozyum Rojava ya duyemîn a hunera şêwekariyê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo destpê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên pêşangeha wêneyan ji bo diyarkirina wêneyên herî baş di pêşbira Şehîd Eylûl de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dikeve, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li navçeya Ehirsê ya kantona Şehbayê çalakiya konvendanê ya ji bo piştgiriya bi çalakerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi beşdarbûna  enamên Yekîtiya Jinên  Ciwan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk didome. Di bin konê çalakiyê de şehîdên Berxwedana Serdemê tên bi bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi nexweşî û temenê xwe yê mezin weke Hevseroka Meclisa Taxa Ewel a Tebqayê dixebite û têkoşîna pêşxistina civakê û bi sînorkirina hişmendiya baviksalarî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Elî ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji destpêka hatiye vekirina derdora hezar û 390 nexweş pêşwazî kiriye û bi derfetên kêm xizmetê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tîma Agirkujê ya kantona Hesekê ji rewşên şewata zeviyan re amade ne. Rêveberê tîmê Ehmed Mihdî şênî ji avêtina çixareyên vêxistin li nêzî zeviyên hişyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 4 salan ji şer û dorpêçê, bajarê Reqayê îsal di atomsfêreke asayî û eyneyên xwe meha Remezanê pêşwazî kirin. Tevgera sûkan îsal ji salên borî de çalaktir  e û bixêxtinkirî ye û ewlehiya bajarê parastî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA